Xwendekar û akademîsyenên Zanîngeha Batmanê piştgrîyê dan çalakiyên Xezzeyê yên xwendekarên Amerîkayê û li şîddeta polîsan a li dijî xwendekar û akademîsyenan piştgrî didan çalakiyên Xezzeyê bertekê nîşan dan.
Xwendekar û akademîsyenên Zanîngeha Batmanê, bi daxuyaniya çapemenîyê piştgrîyê dan çalakiyên li dijî qetlîam û jenosîda li Xezzeyê yên xwendekarên Amerîkayê.
Gelek xwendekar û akademîsyenên zanîngehê li ber Fakûlteya Îlmên Îslamî kom bûn, alên Filistînê vekirin, dovîzan rakirin.
Di daxuyaniya çapemenîyê ku nûnerên STKyan jî beşdar bûn, îlahî hatin gotin û li dijî rejîma îşxalker a sîyonîst slogan hat gotin.
Piştre li ser navê xwendekaran daxuyaniya çapemeniyê Rıdvan Ergîn xwend û diyar kir ku Amerîka ya ku rejîma îşxalker bi çekên jenosîdê teşhîr kir, kiryarên hovane yên li Xezzeyê didomîne.
Daxuyaniya çapemenîyê piştî duayên hat kirin qedîya. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Esnafên pazarê yên Diyarbekirê, diyar kirin ku li gorî hefteyên borî bihaya zebze û fêkiyan kêm bûye û diyar kirin ku ji ber kêmbûna hêza kirînê, kar sekinîye.
Wezareta Parastinê, diyarkir ku di Operasyona Pençe-Kîlît û li herêmên Xakurkê 3 endamên PKKyê hatine kuştin.
Li navçeya Xûxa Xarpêtê di mezinahîya 4an de erdhejek pêk hat.
Li Balikesîrê otomobîla ku ji bo li kûçikê lênexe manewra kir û li qemyona ku ji ji aliyê din dihat xist. Di qezayê de 3 kes jiyana xwe ji dest xist, 1 kes jî birîndar bû.