Xwendekarên dibistana navîn ji bo zarokên Fîlîstînê meşîyan
![Xwendekarên dibistana navîn ji bo zarokên Fîlîstînê meşîyan Xwendekarên dibistana navîn ji bo zarokên Fîlîstînê meşîyan](/img/NewsGallery/2024/7/26/406845/FeaturedImage/f8fcb8a9-0e53-4769-945c-6038ca64894f.webp)
Li Stenbolê xwendekarên dibistana navîn di çarçoveya bernameya bi şîara “Zarok Di Qîyamê De Ne, Xûşk Û Birayên Me Yên Xezzeyê Tenê Nînin” de, ji bo zarokên ku li Fîlîstînê hatine qetilkirin meşîyan.
Ji teref Komeleya Ciwanîya Anadolîyê ve piştî nimêja nîvroyê bernameyeke meşê hat lidarxistin. Ji bernameyê re gelek zarok beşdarî bûn.
Zarokên ku li ber Camîya Fatîhê hatin cem hev, di destê wan de pankartên ku destekê dide Fîlîstînê bar dikirin û heta Parqa Saraçxaneyê daîma tekbîr û siloganan dianîtin.
Bername li parqê bi daxuyanîya çapemenîyê dawî bû û daxuyanîya çapemenîyê ji teref Muhammed Oguz Bozkurt ve hat xwendin.
Di daxuyanîyê de weha hat îfadekirin, “Ji 7ê Cotmehê vir ve nêzê 50 hezar şehîd hatin dayîn. Ji vana jî nêzê 16 hezarê wan zarok in û nêzê 100 hezaran jî birîndar in. Her seat ev reqem zêde dibe. Yanê dema ku em li vê derê daxuyanîyê didin jî hejmar zêde dibe. Bîrva nekin Fîlîstîn ne axekî ye. Meseleya Fîlîstînê ne tenê meseleya Ereban e. Wek ku Xoceyê me Necmeddîn Erbakan jî gotibû ‘Meseleya Fîlîstînê, meseleyekî sîyasî, erdnigarî nîne ew meseleya îmanê ye’
“Em ji bona ku bileyîzîn nehatine li vê derê em ji bona ku leyîstikan xera bikin hatine li vê derê”
Bozkurt bêdengîya alema Îslamê şîkayet kir û bang kir ku bila alema Îslamê êdî şîyar bibe, “Hûnê hêj çiqas rakevin ey alema Îslamê! Ey însanîyet! Êdî şîyar be, şîyar bin. Sond û eşqa me Quds e, hafizê me, îrada me û îtîbara me Xezze ye. Derdê me, doza me û duaya me Fîlîstîn e. Rihê me û xewa me ye Eqsa. Xezze namus û şerefa me ye. Xûşk û birayên min ên micahîd û micahîde, hevalên min! Em îro ji bona ku xwedî li namusa xwe derkevin, hafiza we şîn bikin, xwedî li rûmeta xwe derkevin, ji bo zarokên ku li Xezzeyê şehîd ketine li vê derê ne. Em ji bona ku bileyîzîn nehatine li vê derê em ji bona ku leyîstikan xera bikin hatine li vê derê.”
“Zarok di qîyamê de ne, zefer nêz e”
Bozkurt îfade kir ku ew li Tirkîyeyê sîyonîst naxwazin û bila baregehên Emrîqayê bêne girtin, “Di destê me de qelem hene, ji bona ku zarokên Xezzeyê destê cesedên dê-bavên xwe negirin, ji bona ku destê zarokên Xezzeyê hebe, ji bona ku Tirkîye jî ji zarokên Xezzeyê re destekê bide em ji li vê derê dibêjin ku, ‘zarok di qîyamê de ne, zefer nêz e’ em baregehên Emrîqaya ku parastina îsraîla qatîl dike li Tirkîyeyê naxwazin. Em naxwazin ku bila ji welatên me keştîyên bazirganîyê biçin. Em li welatê xwe malên sîyonîstan naxwazin.”
Piştî daxuyanîya çapemenîyê zarokek bi cil û bergên Ebû Ubeyde derket sehneyê û banga nirxandinê ya ku Ebû Ubeyde ji serokên welatan re kiribû dubare kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Karên Hindir Alî Yerlîkaya daxuyand ku li 2 jê di lîsteya porteqal de 2 jê jî di lîsteya gewr de 4 PKKyî hatine kuştin.
Berdevkê HUDA PARê Yunus Emîroglu bal kişand ku Partîya DEMê di van demên dawîn de li Dîyarbekirê li pey kaosê ye û weha got, “Vêya bîrva nekin, em ê tu dem misade nekin ku hûn zarokên xelkê bînin hemberî hev.”
Li Rihayê li dijî tiryakê operasyon hat lidarxistin, di encama operasyonê de 6 hezar heb hebên tiryakê hatin bidestxistin û 3 kes jî hatin binçavkirin.
Di encama teqîna ku li Enqereyê pêk hat de kesekî canê xwe ji dest da , 3 kes jî birîndar bûn.