Serokatiya Daîreya Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HUDA PARê bal kişand ser êrîşa çekdarî ya ku li Diyarbekirê li 2 kargehan hat kirin, tu têkiliya wan bi partiya wan re tune ye û ragihand ku der barê kesên ku îftîrayê dikin de serlêdana sûc kirine.
Di daxuyanîya ku ji teref Serokatîyê ve li ser hesabê medyaya civakî hat dayîn de hat destnîşankirin ku êrîşa çekdarî ya ku li Diyarbekirê li 2 qehwexaneyan hat kirin bi qestî hat xwestin ku bi HUDA PARê re bê girêdan.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Ev derewa neexlaqî ji aliyê grûbên siyasî ve hatiye çêkirin ku bi eşkereyî ragihandine ku ew pişta xwe bi hêzên kaos û pevçûnê ve girêdidin û ji aliyê hevalbendên siyasî yên kemalîst ên heman girûpa hov ve jî hatiye pejirandin.”
Daxuyanî wisa hat domandin:
“Partiya me careke din ji aliyê rêxistineke xerab a ku bi awayekî eşkere ji aliyê heman navendê ve hat zextkirin û di Komkujiya 6-8ê Cotmehê de jî bi heman zimanê provokatîf weke hedef hat nîşandan. Bi vê wesîleyê em radigihînin ku em ê bi hemû kom û kesên ku buxtanên bêexlaqî li partiya me dikin, li ber hiqûqê bin. Di vê çarçoveyê de xebatên pêwîst me dawî kir û em bi rêzdarî raya giştî radigihînin ku der barê kesên pêwendîdar de serlêdana sûc hatiye kirin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu diyar kir ku di salvegera teşebbûsa darbeya 15ê Tîrmehê de firsend ji xayinên ku bûkokên emperyalîstan in neyên dayîn.
Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mahmut Şahîn piştî 5emîn Kongreya Mezin a Asayî ya partiya xwe nirxandinan kir û diyar kir ku peyamên ku di kongreyê de ji teref Serok ve hat dayîn gelek girîng in.
Wekîlê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr got ku Kongreya Mezin a Asayî ya 5emîn a wan bi feyde be û bal kişand ser zimanê ku desthilatdariya siyasî li Tirkiyeyê bi kar tîne.