Hilbijartinên îdarî yên li herêmên rojhilat di seat 4ên piştî esrê bi dawî bûbûn li bajarên din jî di saet 17.00an de bi dawî bû.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di bergeha hilbijartinên mehelî de 61 milyon û 441 hezar 882 hilbijêr çûn li ser sindoqan.
Dengdayîn pêşî li 32 bajaran bi dawî bû
Li 32 bajaran ku ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve saetên dengdayînê wek 07.00-16.00 hatibû diyarkirin dengdayîn bi dawî bû.
Bi qerara YSKê, di hilbijartinên herêmî de li 32 bajaran saetên dengdanê wek 07.00-16.00 hatibû diyarkirin.
Di vê çarçoveyê de li Semsûr, Agirî, Artvîn, Bîngol, Bedlîs, Diyarbekir, Elezîz, Erzincan, Erzirom, Entabê, Gîresûn, Gumuşhane, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Ordu, Rize, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Wan, Bayburt, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê wextê dengdayînê bi dawî bûn.(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Stenbolê bi Serokê Buroya Siyasî yê HEMASê Îsmaîl Henîyye re hevdîtin kir.
Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, di axaftina xwe ya Komcivîna Meclîsê de ya ji bo rûniştina taybet ya salvegera 104.a vekirina Meclîsê got ku, “Ev meclîs Meclîsa gel e, reşît e, gerek tu wesayetê qebûl neke.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, li Bexdayê bi Serokkomar Abdullatîf Reşîd û Serokwezîr Muhemmed Şîya es-Sûdanîyê Iraqê hevdîtinan kir.
Şahzade Demîrê Sekreterê Giştî û Parlementerê Entabê yê HUDA PARê, got ku, “Qerara Tirkiyê ya li ser sînordarkirina bazirganiya bi rejîma îşxalker a siyonîst re divê tenê bi hin berheman re sînordar nebe; Divê bêyî feqet û îstîsnayan bê pêkanîn.”