Ozgur Ozel û 90 parlementer ji CHPê derketin
Krîza ku piştî nîqaşên "bêencamiya mutleq" di CHPê de dest pê kir, veguherî pêvajoya avakirina saziyeke sîyasî ya nû. Hat ragihandin ku Ozgur Ozel bi îmzekirina belgeyên damezrandinê yên partiya nû CHP terikandiye û nêzîkî 90 parlamenteran jî ji partiyê îstifa kirine û bûne yek ji damezrînerên vê sazîyê.
Tê diyarkirin ku armanca Ozel û ekîba wî ew e ku partîya nû ava bibe partiya sereke ya muxalefetê ya nû li Tirkîyeyê. Ji bo vê yekê, divê herî kêm 68 ji 135 parlamenterên CHPê ber bi partiya nû ve biçin.
Her çiqas tê plankirin ku serlêdana ji bo damezrandina partiya nû ji Wezareta Karên Navxweyî re were şandin jî, hatiye ragihandin ku "Partiya Nû" wekî nav tê nirxandin, lê ji bo her astengiyeke yasayî navên alternatîf ên wekî "Partiya Guhertinê" jî têne amadekirin.
Piştî biryara Ozgur Ozel a ji bo veqetandinê, ji navenda CHPê bertekek hat. Berdevkê CHPê Muslîm Sari rexne li avakirina avahiyek sîyasî ya nû bi veqetandina ji partiyê girt û diyar kir ku divê têkoşîn di bin sîwana CHPê de berdewam bike.
Serokê berê yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu berê diyar kiribû ku divê Ozel di nav partiyê de şer bike û gotibû, "Pêdivî bi wê tune ku ew ji partiyê derkeve."
Ekîba Ozel îddîa dike ku ev pêkhateya nû ew ê di pêşerojê de ji şaredaran piştgirî werbigire, lê tê gotin ku hinek şaredarên CHPê tercîh dikin ku di bin sîwana partiya heyî de bimînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Piştî nakokiyên navxweyî yên demdirêj di nav CHP de, "Partîya Nû" ku di bin serokatiya Ozgur Ozel de hatiye damezrandin, derketiye ser dikê. Hat ragihandin ku 91 parlamenter tevlî damezrandina nû bûne û logoya partiyê li ser medyaya civakî dest bi parvekirinê kiriye.
Kongreya Asayî ya 5emîn a 12 rêxistinên navçeyan ên girêdayî Serokatiya Bajêra Enqereyê ya HUDA PARê bi dawî bû û rêveberiyên nû di serokatiya navçeyan de hatin diyarkirin.
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind îtîraza CHPê bi hinceta "bêencamiya mutleq" red kir.