Fîyeta petrola xav a Brentê ji 98,96 dolarî zêdetir bû
Fîyeta petrola xav a Brent di bazarên navneteweyî de di saetên pêşîn ên rojê de ji sedî 1,5 zêde bû û gihîşt 98,96 dolarî serê bermîlê.
Îro saet 09:30an de, peymanên pêşerojê yên petrola Brent bi 98.96 dolarî ji bo her bermîlekê ku ji girtina berê %1.5 zêdebûn e dihatin firotin.
Di heman demê de, nirxa peymanên pêşerojê yên petrola xav a West Texas Intermediate (WTI) li ser 94,08 dolarî serê bermîlê bû.
Zêdebûna fîyeta petrolê ji ber lawazbûna hêvîyên agirbesteke bilez li herêmê piştî raporên ku Serokê Emrîkayê Donald Trump pêşniyara aştiyê ya Îranê red kiriye, tesîrdar bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Fîyeta petrola xav a Brent di bazarên navneteweyî de ji sedî 0,7 kêm bû û bû 98,53 dolar ji bo her bermîlekê.
Bi tevî zema ku ji motorînê re hat li seranserê bajarên Tirkîyeyê fîyeta motorînê derket ser 100 Lîreyî.
Ji nîvê şevê şûnve fîyeta lîtreyek motorînê 6,62 Lîre zem xwar. Bi tevî vê zemê fîyeta motorînê li Stenbolê derket 95,60 lireyê, li Enqereyê derket 96,75 lireyê, li İzmirê jî derket 97,02 lîreyê, lê li herêmê jî ev fîyet gihîşt sînora 100 lîreyê.