11emîn Hevdîtina Alimanan ew ê li Dîyarbekirê were lidarxistin
11emîn Hevdîtina Alimanan, ku ji aliyê Yekîtiya Alim û Medreseyan (ÎTTÎHADUL ULEMA) ve tê lidarxistin, ew ê di 10-11ê Cotmehê de li Dîyarbekirê bi mijara "Rêbaz û Nêzîkatiyên Nû di Da'wetê de" were lidarxistin.
Rêveberên ÎTTÎHADUL ULEMA li restoranteke li navçeya Kayapinar a navenda bajarê Dîyarbekirê di bernameya taştê de bi endamên çapemeniyê re civiyan û hûrgiliyên bernameya ku ew ê li dar bixin parve kirin.
Di bernameya taştê de, Alîkarê Serokê ÎTTÎHADUL ULEMA Mele Beşîr Şîmşek derbarê hevdîtina aliman de daxuyaniyek da.
Şîmşek destnîşan kir ku gelek kesayetên girîng ji cîhana Îslamê, di nav de Tirkîye, Efxenistan, Îran, Îraq, Sûrîye, Filistîn, Misir, Qeter û Efrîqayê, ew ê beşdarî Hevdîtina Aliman ku îsal cara 11emîn tê lidarxistin bibin û diyar kir ku wan mijara îsal wekî "Rêbaz û Nêzîkatiyên Nû di Da’wetê de" destnîşan kiriye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Eslem Sare Bulut, yek ji heşt xwendekarên ku di bûyera li dibistanek navîn a navçeya Başakşehîr a Stenbolê de birîndar bûn, tevî hemû hewldanên tenduristî jî wefat kir.
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo 19 bajaran, ku di nav wan de Dîyarbekir, Semsûr, Êlih, Şirnex, Colemêrg û Xarpêt jî hene, hişyariya zer da.
Li Dibistana Navîn a Şêx Şamîl Îmam Hatîp a li Kayaşehîrê ya li navçeya Başakşehîr a Stenbolê, di êrîşeke bi kêran de 7 xwendekarên qîzîn birîndar bûn.