Fîyeta petrolê pir daket: Fîyeta petrola Brent daket 83,47 dolarî
Piştî mutebeqeta di navbera Emrîka û Komara Îslamî ya Îranê de, fîyeta petrola xav a Brent li bazarên navneteweyî yên pêşerojê bi awayekî berbiçav daketin. Fîyet ji bo her bermîlekê ji sedî 4.42 daket û gihîşt 83.47 dolarî.
Fîyeta petrola xav a Brent, ku roja Înê gihîşt 89.90 dolarî, rojê bi 87.33 dolarî qediya. Îro saet 09:26an de, bi 83.47 dolarî dihat firotin.
Di heman demê de, petrola xav a West Texas Intermediate (WTI) jî ji sedî 5,05 daket û serê bermîlê daket 80,59 dolarî.
Daketina fîyetan ji ber peymana di navbera Emrîka û Komara Îslamî ya Îranê de ji bo kêmkirina aloziyan û ji nû ve destpêkirina transîtê bi rêya Tengava Hurmuzê tesîrdar bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Fîyeta petrola xav a Brent li bazarên navneteweyî ji sedî 1,6 zêde bû û serê bermîlê gihîşt 99,49 dolarî.
Li bazarên navneteweyî, bermîla petrola brent bi 93,24 dolarî tê firotin.
HAKSÎAD, ku karsazên ji Tirkîye û welatên cuda yên cîhanê di bin yek banî de tîne cem hev, ew ê şeşemîn "Civînên Cîhana Karsaziyê" li Enqereyê li dar bixe.