Erebistana Siûdî: Me dronên ku ji Iraqê dihatin asteng kirin
Erebistana Siûdî ragihand ku pergalên wê yên parastina asmanî dronên ku ji alîyê Iraqê ve dihatin asteng kirin.
Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdî ragihand ku rêzebalafirên bêmirov ên ku ji axa Iraqê ve hatine firandin û hewl didin tesîsên petrolê yên li qraltîyê bikin hedef, ji teref sîstemên parastina hewayê ve hatine astengkirin.
Li gorî daxuyaniyekê ku ji teref wezaretê ve li ser medyaya civakî hatiye belavkirin, berdevkê fermî Turkî el-Malikî got, "Di çend saetên dawî de, sîstemên parastina hewayî rêze dronên ku ji Îraqê hatibûn avêtin û hewl didan êrîşî tesîsên petrolê yên li Herêma Rojhilat û Riyadê bikin, asteng kirin û îmha kirin."
Malikî îddîa kir, "Ev êrîş ji axa Iraqê ji teref komên ku Îran piştgiriyê dide wan ve hatine kirin."
Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdî êrîşa bi dronê şermezar kir.
Heta niha ti rêxistinek li Iraqê berpirsiyariya bûyerê negirtiye ser xwe. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Zîmbabweyê, di encama lihevketina mînîbusekê û qamyoneke barhilgir de 27 kes mirin.
Îranê ragihand ku hêzên wan li rojhilatê Tengava Hurmuzê droneke din a Amerîkî ya bi tîpa MQ-9 Reaper xistine xwarê.
Danîmarka piştî 14 salan balyozxaneya xwe li Şamê ku di sala 2012an de ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê girtibû ji nû ve vekir.
Banka Navendî ya Efxenistanê ragihand ku wê par zêdetirî 2.5 milyar banknotên kevin ên bi qîmeta zêdetirî 2.5 milyar Efxenîyên Efxenî (nêzîkî 38.5 milyon dolarê Amerîkî) berhev kirin û ji holê rakirin.