Şîmşek li ser bacan daxuyanî da: Rêje di sala 2027an de naguherin
Wezîrê Xezîne û Darayî Mehmet Şîmşek ragihand ku di sala 2027an de ji bo rêjeyên giştî yên baca dahatê, baca şîrketan û baca nirxê zêdekirî ti zêdebûnek nehatiye plankirin.
Wezîrê Xezîne û Darayî Mehmet Şîmşek, di nîqaşên li ser budçeya 2027an a wezareta xwe de li Komîteya Plankirin û Budçeyê ya Meclîsê, derbarê sîyaseta bacê û lêkolînên li ser dayîna teqawidan de nirxandin kir.
Piştî civîna komîsyonê, Wezîr Şîmşek di bersiva pirsek li ser zêdebûna bacê de diyar kir ku ti plan tune ku rêjeyên giştî yên sê bacên sereke di sala bê de werin guhertin.
Şîmşek diyar kir, "Ji bo zêdekirina rêjeyên giştî yên baca dahatê, baca şîrketan û baca nirxê zêdekirî di sala 2027an de ti planên me nînin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Fîyeta petrola xav a Brent di bazarên navneteweyî de di saetên pêşîn ên rojê de ji sedî 1,5 zêde bû û gihîşt 98,96 dolarî serê bermîlê.
Fîyeta petrola xav a Brent di bazarên navneteweyî de ji sedî 0,7 kêm bû û bû 98,53 dolar ji bo her bermîlekê.
Bi tevî zema ku ji motorînê re hat li seranserê bajarên Tirkîyeyê fîyeta motorînê derket ser 100 Lîreyî.