Îran, destnîşan kir “Tenê di çarçoveya rûmet û şertên wekhev de mizakereya bi Emrîkayê re amade ne”

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Abbas Erakçî, îfade kir ku welatê wî, “Daîma ji dîyalog û mizakereyê re amade ye encax divê ev mizakereyan di bin wekhevî û xizmetkirina ji menfeatên welatê de be.”
Erakçî bi minasebeta Îda Newrozê peyameke niviskî belav kir û ji bang û tehdîdên Serokê Emrîkayê Donald Trump re weha got, “Em bawerî bi dîplomasî û dîyalogê dikin û bawer dikin ku dîplomasî ji polîtîkayên yek alî, zextên neheq, mueyyîdeyên zalim, têkbirin û tehdîdan re alternatîfekî munasîb e.” Erakçî bal kişand ku ew ê ji menfeatên welatê xwe tu tawîzek nedin.
Berdevka Hikûmeta Îranê Fatma Muhacîranî jî weha îfade kir, “Tenê heger li gorî rûmet û edebê be em ji mizakereyê re vekirîne” û bi vê daxuyanîyê destekê da Erakçî.
Trump, gotibû ku “Min ji wan re nameyekî ku digot, ‘Wisa hêvî dikim ku hûnê mizakere bikin çîmkî heger hewce bike ku em bi leşkerî bikevin li wê derê ew ê ev tiştekî xerab be’ nivîsand.”; Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkîyan jî ji Trumpê re weha gotibû, “Ji ber ku tu tehdîd dikî ez ê bi te re mizakere nekim. Çi dikî bike.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li başûrrojhilata Pakistanê di mîtîngekî de xwekujek xwe teqand, di encamê de 6 kes birîndar bûn.
Li Nepalê, di pevçûnên ku di protestoyên alîgirên monarşîyê de ku bi polêsan re hat kirin de, 2 kesan canê xwe ji dest dan.
Di erdhejê ku li Myanmarê di mezinahîyên 7,7 û 6,4an de pêk hatin de heta niha 694 kesan canê xwe ji dest dan, 1670 kes jî birîndar bûn.
Emrîkaya îşxaker, di nav 24 seatên dawîn de li herêmên cuda yên Yemenê êrîşên asîmanî pêk anît, di encama 77 êrîşên asîmanî de herî kêm 1 kes şehîd bû, 10 kes jî birîndar bûn.