Nassarê Rayedarê HAMASê: Emê qet ji rêya şehîdan venegerin

Ji rêvebirên HAMASê Talal Nassar di bernameya "Meha Sibatê Meha Şehadetê" ya ku ji teref HUDA PARê ya Şaxên Ciwanên Bajarê Stenbolê ve hat tertîpkirin de axivî û got: "Îro em bi vê wesîleyê soz didin ku em ê tu carî ji rêya şehîdan venegerin. Heger ew me, zarokên me bikujin û mal û milkê me desteser bikin jî em ê ji vê rêyê paşve neyên."
Ji teref HUDA PARê ya Şaxa Ciwanan a Bajarê Stenbolê ve ji bo bîranîna şehîdan û fehmkirina sedemên wan di çarçoveya "Meha Sibatê Meha Şehadetê" de bernameyek hat tertîpkirin.
Arîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Abdullah Aslan, Serokê Bajarê Mehmet Eşîn û rayedarên HAMASê Talal Nassar jî beşdarî bernameya ku li Qesra Gel a Bagcilarê bi tevlêbûneke xurt hat lidarxistin bûn.
“Şehîd ew in ku emaneta Pêxemberê me diparêzin”
Talal Nassar piştî xwendina Qur’ana pîroz dest bi axaftina xwe kir û wisa peyivî:
“Şehîd ew in ku soza xwe ya bi Xwedê re bi cih tînin. Yek ji wan şehîdan jî Şêx Ahmet Yasîn bû. Ez jî demekê li gel wî di girtîgehê de mam. Peyama ku şehîdên herî bi rûmet ên vê umetê ne dida. Ez li gel Ebdulezîz Rantîsî ku ew jî yek ji şehîdên mezin bû, di girtîgehê de mam. Daxwaza wî ya herî mezin ew bû ku di rêya Xweda de şer bike û bibe şehîd. Şehîd ew in ku emaneta Pêxemberê me diparêzin. Di nav wan de sehabeyên mezin ên wek Hezretî Usman, Hz Ebûbekir û Hezretî Elî hene. Her wiha Selaheddîn Eyyûbî. Sultan Mehmet Fatîh jî di vê karwanê de ye.”
“Emê qet ji rêya şehîdan venegerin”
Nassar gotinê xwe wisa domand, “Em îro li Xezzeyê ji bo parastina wan axa pîroz, ji bo parastina wan axa bi rûmet ku mazûvaniya ayet û hedîsan kirine, şehîdan didin. Em di van xakan de serkeftinên mezin dibînin, ewil bi saya rehma Xweda û paşê jî bi xêra mucahîdên ku li wir cîhad kirine. Li vê xakê dayikên bi rûmet hene ku 5 zarokên xwe şehîd kirine. Digotin 'Em qumaşên spî ne ji bo ku ala teslîmiyetê ji dijmin re bilind bikin, ji bo ku zarokên xwe bixin kefenê bikar tînin'. Em îro bi vê wesîleyê soz didin ku emê qet ji rêya şehîdan venegerin. Me bikujin, zarokên me bikujin, mal û milkên me desteser bikin jî em ê ti carî dev ji vê rêyê bernedin. Çimkî me jiyana xwe di berdêla bihuştê de firot Xwedê.”
“Doza ku bi şehîd û şehadete qet nemiriye û namire”
Îlahiyatnas Yusuf Tutakê ku di bernameyê de axavtinek kir diyar kir ku şehadeta ku veguherî evîna eshabîyan ne tenê di dîrokê de ye û îro jî wek dîrokê şehîd hatin dayîn.
Tutak wisa got, “Şehadet, Xezze ye. Tiştê ku bapîrê wan hînî wan kiriye ev e. Bapîrên wan Mihemed Deyf, Îsmaîl Henîyye û Yehya Sinvar mezin kirin. Ev doz bi vî rengî dewam dike. Yên ku difikirin dengê heq û heqîqetê qut bikin, divê gelek caran bifikirin. Çimkî doza ku bi şehîd û şehadete qet nemiriye û namire.”
“Wezîfeya me ne tenê behs kirina şehîdan e, di heman demê de fêhmkirin û behs kirina doza Îslamê ye ku wan canê xwe feda kirine”
Selçûk Êşînê Serokê Şaxên Ciwanî ya Stenbolê yê HUDA PARê di axaftina silav dayînê de peyivî û wiha peyivî:
“Em jibo berxwedana Xezeyê ya sembola ummeta Îslamê û mekteba şehîdan û gelê wê yê qehreman bi bîr bînin û em bi wan re ne hatin gel hev. Di dîroka Îslamê de gelek şehîd hatin dayîn û di dîroka Îslamê de şehadet bûye bûyerek hevpar. Lê belê me ti carî şehîdbûn weke windahiyek nedît. Ji bo me şehadet destkeftiyek e. Her ku doza Îslamê ji şehadetê dûr dikeve heyecana xwe winda dike. Ji bo şehîdan gelek wezîfeyên me hene. Ji vana ya herî girîng jî fêmkirin û vegotina jiyana şehîdan e. Bernameyên ku me ji bo şehîdan çêkirine, helbest û armancên ku hatine nivîsandin beşeke deynê wefadariyê. Lêbelê, yek ji wan nikare bi tevahî deynê dilsoziya xwe bide. Wezîfeya me ne tenê behs kirina şehîdan e, di heman demê de fêhmkirin û behs kirina doza Îslamê ye ku wan canê xwe feda kirine. Tenê bi vî awayî em dikarin deynê xwe yê dilsoziya bi şehîdan re bidin.”
Bernameya ku bi stranan dewam kir, bi duayên Mela Cemal Çinar dawî bû. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di navbera du koman de bi çekan şer derket, di encama şerê çekdarî de kesek canê xwe ji dest da, 3 jê giran 6 kes jî birîndar bûn.
Alîkarê Serokê Weqfa Evîndarên Pêxember Kenan Çaplik, bi minasebeta Şeva Qedrê peyamek weşand û bal kişand ser ehemmîyeta vê şeva pîroz. Çaplik diyar kir ku Şeva Qedrê ne tenê ji bo pakbûna ferdî firsend e ji bo ku hişmendiya ummetê zindî bihêle û mesûlîyeta piştgiriya bi mezlûman bi bîr bîne jî firsed e.
41 şikdarên ku hatin tespîtkirin ku di xwepêşandanên li Stenbolê de heqaret li Serokkomar Erdogan û malbata wî kirine hatin girtin.
Li navçeya Ermeneka Karamanê, pîqabek ket nav ava bendavê, di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da.