Wekîlê HUDA PARê Serkan Ramanli weha got, "Em difikirin ku alîyê çek û şîddetê yê pirsgirêka kurd rewş ber bi xitimandinê ve birîye û çareserîyê ne mimkûn kirîye. Piranîya civakê, piranîya civaka kurd jî xwedî vê nêrînê ne.”
Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, bi temsîlkarên çapemenîya netewî û mehellî yên ku li Êlihê fealîyetê dikin re di civîneke bi taştê de hat cem hev. Parlamenterê Ramanli, derheqê xebatên ku heta îro kirîye de agahîyan da.
"Me amadekariyên kampanyayeke nû ya dersa bijarte ya kurdî temam kir"
Ramanli bi bîr xist ku wan par kampanyaya dersên bijarte yên kurdî dabûn destpêkirin û weha got: "Par jî me kampanyaya dersên bijarte yên kurdî li dar xist. Amadekariyên kampanyaya nû temam kirin û emê dest bi kampanyayê bikin. Ji teref Wezareta Perwerdehiya Netewî ve hat ragihandin ku ev pêvajo dirêj bibe jî, ji wir jî bersivek ji me re nehatiye dayîn. Armanca me ew e ku em di derbarê dersên hilbijartî de teşwîq bikin û civakê di vê mijarê de hesas bikin. Armanc ew e ku dê û bav û bi taybetî zarokên wan teşwîq bikin ku zimanê xwe yê dayîkê hîn bibin. Ji ber ku em dibînin ku em vê derfetê hîn di asta herî kêm de bikar tînin, her çend di asta herî zêde de bikar bînin."
"Ji bo aştîya civakî divê gav bên avêtin"
Serkan Ramanli derheqê serdana heyeta DEMê ya di girtîgehê de ya ji bo Abdullah Ocalan û piştre jî serdana hinek partîyên li Meclîsê de weha got.
Ramanli, anî ziman ku ji bo aştîya civakî her gav bên avêtin ew piştgirîyê didin û got, "Çek û şîddet, ji bo bidestxistina mafên kurdan rêyekî nebûye. Me ev yek di 40 salîya xwe de dît. Em dixwazin bi zelalî diyar bikin. Divê ji niha û pê ve li ser vê rêbazê israr neyê kirin ku dê di vê pêvajoyê de gavên çawa bên avêtin, pêwîst e rêxistin çekan deyne."
'Banga Ocalan bê bersiv ma'
Ramanli diyar kir ku Abdullah Ocalan fikra çekberdana rêxistinê diparêze û bi bîr xist ku banga ku di sala 2013an de kirîye bêbersiv maye. Ramanli dûre weha got, "Li vir tişta sereke ew e ku rêxistin wê çi bêje. Ya rastî yên ku bi fiîlî çek di destê wan de ne bibêjin çi. Ger em dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe, ger em di wê bawerîyê de bin ku divê em ji xirecira şîddetê derkevin. Danîna çekan şert e.”
"Hevdîtin ji bo me ne girîng e"
Ramanliyê ku derheqê hevdîtina bi DEM Partîyê re de jî daxuyanî da û weha axavtina xwe dewam kir:
"Eger bi me re hevdîtin bikirana wê çi bibûya? Heke nebin wê çi bibûya? Ew ê nêrîna me neguhere. Em ji kesî napirsin 'Werin bi me re hevdîtinê bikin'. Tevkarîya hevdîtinan ji bo me ew e ku tevkarîyê bikin. Ji bo aştîya civakî û aramîya civaka Kurd, bijartina wan e ku çima naxwazin hev bibînin.”
'Çek û şîddet rê li ber çareserîya pirsgirêka Kurd digire'
Ramanli diyar kir ku ew di wê bawerîyê de ne ku pirsgirêka Kurd bi çek û şîddetê çareser nabe. Wekîlê HUDA PARê Ramanli axavtina xwe weha dawî kir: "Em difikirin ku alîyê çek û şîddetê yê pirsgirêka kurd rewş ber bi xitimandinê ve birîye û çareserîyê mimkûn nekirîye. Piranîya civakê, piranîya civaka kurd jî xwedî vê nêrînê ne. Çek û tundûtûjî tenê zerar daye Kurdan." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li ser rêya Enqere-Çubukê mînîbûs û otobûsên ku karker di nav de bûn li hev qelibîn û di encama qezaya zîncîrî de 28 kes birîndar bûn, mirovên birîndar ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.
Li Edîrne û Kirklareliyê ji ber barîna berf û cemedê perwerdehî ji bo rojekî hat sekinandin.
Li Balîkesîrê mînîbûsa ku karker di nav de bûn qeza kir û qelibî, di encama qezayê de 4 jê giran 25 kes birîndar bûn.