Li Pakistanê ji mîtîngê re êrîşa bombeyî: 6 birîndar

Li başûrrojhilata Pakistanê di mîtîngekî de xwekujek xwe teqand, di encamê de 6 kes birîndar bûn.
Hat îfadekirin ku li navçeya Mastung wîlayeta Belucistanê li nêzê mîtîngekî xwekujek êrîş li dar xist.
Rayedarekî polêsan ji Xinhuayê re axivî û destnîşan kir ku di êrîşê de serokê partîya Partîya Belucistan Netewî -Mengal (BNP-M) hat hedefgirtin, encax xwekuj li alîyê çembera ewlehî ya derve ve hat ferqkirin û hat sekinandin.
Rayedar îfade kir ku hêzên ewlehîyê xwekujê xwestine ku ser wî bigerin û di vê demê de xwekuj xwe teqandîye. Di teqînê de seriraz nebûye û dûre revîyaye.
Di encama qefaltina xwekujê de wezîfedarê ewlehî jî di nav de şeş kes birîndar bûn.
Hêj tu kes xwedî li êrîşê derneket. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Nepalê, di pevçûnên ku di protestoyên alîgirên monarşîyê de ku bi polêsan re hat kirin de, 2 kesan canê xwe ji dest dan.
Di erdhejê ku li Myanmarê di mezinahîyên 7,7 û 6,4an de pêk hatin de heta niha 694 kesan canê xwe ji dest dan, 1670 kes jî birîndar bûn.
Emrîkaya îşxaker, di nav 24 seatên dawîn de li herêmên cuda yên Yemenê êrîşên asîmanî pêk anît, di encama 77 êrîşên asîmanî de herî kêm 1 kes şehîd bû, 10 kes jî birîndar bûn.