Îşxalkerên sîyonîst sergirtin Mescîdî Eqsayê, ayînên Talmûdîkê pêk anîtin
Îşxalkerên sîyonîst, di bin parastina polêsê rejima îşxalker de sergirtin hewşa Mescîdî Eqsayê û ayînên xwe yên Talmûdîkê pêk anîtin.
182 cihûyîyên îşxalker ên ku axên Filistînê xesp kirine, di bin hîmayeya polêsê rejima sîyonîst de sergirtin Mescîdî Eqsayê û ayînên Talmûdîkê bikaranîtin.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Qudsê ve hat belavkirin, komek îşxalker ku 182 kes bûn, li herêma hemberê Kubbetu’s Sahra ya ku li hewşa Mescîdî Eqsayê ayînê kirin.
Li gorî daneyên fermî yên Filistînê, di meha Mijdarê de 4 hezar û 266 îşxalker serdegirtin Mescîdî Eqsayê, di heman demê de nêzê 15 hezar geştyarên biyanî Eqsayê zîyaret kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Washington, dibêje ku ji bona merhaleya duyemîn li pişt derîyan hevdîtin têne kirin. Emrîka, hêvî dike ku ew ê hêza îstîqrar a navneteweyî di mehên ewil a sala nû de li Xezzeyê were bicîhkirin.
Welatên Ewrûpayê, têketina bi zorê ya îşxalkeran a ji avahîyên UNRWAyê û daxistina ala NYyê wek “mîsalek bi talûke” û “îxlalek zelal” wesifandin.
Li Beyt Lahîyayê Filistînîyekî ji ber gulereşandina îşxalkeran şehîd bû. Wezareta Tenduristîyê, daxuyand ku hêna jî gelek kes hene ku di bin kavilan de ne.