Îşxalkeran Ramallahê dorpêç dikin, bi helîkopteran bajarokên Nablusê bombebaran dikin
Her çiqas hemû ketin û derketinên Ramallahê tevahiya rojê girtî bûn jî, helîkopterên Apache yên rejîma sîyonîst bi çekên giran deverên li ser xetên Tulkerem û Cenînê bombebaran kirin. Di encama êrîşên dagirkeriyê de bi sedan Filistînî birîndar bûn û gelek jî êsîr hatin girtin.
Rejîma sîyonîst doh êrîşên xwe yên leşkerî, ku ev zêdetirî hefteyekê ye li ser gelek deverên Şerîaya Rojava ya îşxalkirî pêk tîne, zêde kir. Dorpêça leşkerî, bi taybetî li derdora Ramallahê, berfirehtir bû, di heman demê de deverên li ser xeta Tulkerem-Cenîn ji helîkopterên Apache bi çekên giran hatin hedefgirtin.
Hêzên îşxalker ji saetên sibê ve deriyên bakur û rojavayê Ramallahê dorpêç kirine û bi saetan li xalên kontrolê yên Atara û Eyn Sinya bi hezaran Filistînî desteserkirine. Sîvîlên ku hewl didan nêzîkî herêmê bibin bi gaza rondikrêj û bombeyên deng hatin dûrxistin. Li ser rêya Eyn Sinya, leşkerên rejîma sîyonîst xortekî bi îddîaya ku wî bi kêrê lê daye kirin hedef girtin û ew kuştin.
Du ciwanên Filistînî li bakurê Qudsê bi guleyên hêzên îşxalker birîndar bûn.
Êrîşên helîkopteran û bombebaran
Êrîşên li Nablus û derdora wê tevahiya rojê berdewam kirin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku rejîma sîyonîst helîkopterên Apache yên çêkirî yên Amerîkî bikar anîne da ku gelek caran êrîşî deverên Tubas û Kabatiyeyê bikin. Deverên vekirî yên li dora Çiyayê Zekarne li Kabatiyeyê bi çekên giran hatine hedefgirtin. Li herêma Tubasê, êrîşên ku zêdetirî hefteyekê dom kirin, zirara mezin a binesaziyê çêkirine, bi sedan Filistînî birîndar bûne û bi dehan jî êsîr hatine girtin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Agahiyên ku bi wêneyên satelîtê yên li dora Bendava Kerehe ya Îranê hatine eşkerekirin nîşan didin ku krîzeke cîddî ya avê heye.
Hejmara qurbaniyên êrîşên sîstematîk ên li ser rojnamevanan li Xezzeyê gihîştiye 257an. Nivîsgeha medyayê ya hikûmetê êrîşên hedefgirtî yên rejîma sîyonîst şermezar kir û ji rêxistinên navneteweyî xwest ku "mudaxeleya lezgîn" bikin.
Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç li Meclîsê derheqê berdewamkirina zilm û zordarîya rejima îşxalker de axivî.