Ew hêna jî nikarin bi baweriyên civakê re li hev bikin: Partîya DEMê zarokên ku nimêj dikin û hicab li xwe dikin hezm nekir
Careke din derket holê ku Partiya DEMê, ku nikare daxwaza gelê Misilman a mezinkirina zarokên xwe bi awayekî Îslamî tehemûl bike, bi bawerî û nirxên gel re ne lihevhatî ye.
Partiya DEMê, ji ber çalakiyên "Jiyan bi Nimêjê Xweş e" û "Ez Niyet Dikim Ku Hicabê Li Xwe Bikim" ên li Dîyarbekirê hatin lidarxistin aciz bû, mijarê bir Meclisa ku temsîlkarên civaka Misilman tê de ne, û rastî rexneyan hat.
Di hefteyên dawî de, çalakiyên ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve hatine organîzekirin, bi beşdariya bi sedan zarokan hatin lidarxistin.
Yekem ji çalakiyên ku di hefteyên dawî de hatine organîzekirin bernameyek bi navê "Jîyan bi Nimêjê Xweş e" bû, ku ji bo zarokên 7-10 salî hatibû amadekirin, ku tê de zarok bi hev re dimeşiyan û nimêjê dikirin.
Ya duyemîn çalakiya bi navê "Ez Niyet Dikim Ku Hicabê Li Xwe Bikim" bû, ku piştî "Roja Navneteweyî ya Keçên Zarokan" di 11ê Cotmehê de hate lidarxistin û bi sedan keçên hicab li xwe kiribûn beşdarî lê bûn.
Parlamenterên Dîyarbekirê yên Partîya DEMê Adalet Kaya, Ceylan Akça, Halide Turkoglu, Serhat Eren, Mehmet Kamaç, Parlamenterê Şirnexê Berdan Ozturk û Parlamentera Mêrdînê Beritan Guneş, ji ber ku nekarîn qebûl bikin ku mirovên Misilman zarokên xwe di hawîrdorek Îslamî de mezin dikin, derbarê vê mijarê de "pirsek nivîskî ya parlamentoyê" pêşkêşî Wezîrê Malbat û Xizmetên Civakî û Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî kirin.
Endamên Partîya DEMê, ku di pirsa xwe ya parlemanî de ji bo danasîna nimêj û hicabê, bêrûmetî bi kar anîn, gotina "rîtuelên dînî" û "şowa kolanan" bi kar anîn, û safsatayên xwe kirin ku çalakî hem li dijî "prensîbên pedagojîk" û hem jî li dijî "azadiya baweriyê" ne.
Parlamenterên Partiya DEMê, ku fermanên nimêj û hicabê yên di Qurana Pîroz û Sinneta Pêxemberê me Hezretî Muhammed de paşguh kirin, îddîa kirin ku zarok rastî ferzkirina "cureyek yekane ya nasnameyê" tên û ev yek wekî "îstismara baweriyê" tê hesibandin, bi vî awayî nîşan didin ku ew çiqas ji bawerî û nirxên gel dûr in.
Endamên Partîya DEMê, ku li ser komên laîk û sekuler ên ku zarokên xwe li gorî dilê xwe cil û berg li xwe dikin û wan mezin dikin tiştekî nabêjin, di pirsa parlemanî de teza ku "mafê her zarokekî heye ku baweriya xwe bi azadî hilbijêre, û mafê gihîştina pergalek perwerdehiyê ya bêalî, lîberal û piralî di bin berpirsiyariya dewletê de ye" parastin û ev yek wekî durûtî hate wesifandin.
Parlamenterên DEMê ji Wezîrê Malbat û Xizmetên Civakî û Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî pirsên balkêş pirsîn, ku ew jî bawerî û nirxên gelê xwe paşguh dikin.
"-Di çalakiyên zarokan ên bi naveroka dînî de, gelo nêrînên pisporên pêşveçûna zarokan, pedagog an psîkologan têne xwestin?"
-Gelo tesîrên çalakiyên bi vî rengî li ser pêşveçûna derûnî û pedagojîk a zarokan hatine nirxandin?
-Gelo naveroka protokola ku di navbera Wezareta Perwerdehiya Neteweyî û Weqfa Evîndarên Pêxember de hatiye îmzekirin dê ji raya giştî re were eşkerekirin? Gelo ev protokol dê ji perspektîfa mafên zarokan ve were nirxandin?
-Wezaret ji bona ku zarok di nav ti rêxistinên dînî an sîyasî de neyên bikaranîn çi gavan diavêjin?
-Wezaret ji bo parastina mafên zarokan ên pêşxistina ramana azad û naskirina baweriyên cuda çi cure sîyaseta perwerdehiyê dimeşînin?”
Ji aliyê din ve, raya giştî ya Misilman ji Partiya DEMê dipirsin, "Hûn ê kengî bi bawerî û nirxên gel re li hev bikin?", "Hûn ê pêkanînên neexlaqî û neasayî yên ku komên laîk û sekuler li dijî zarokan pêk tînin jî bînin Meclîsê?", "Hûn ê nerehetiya xwe ya ji ber nimêj û hîcaba zarokan çawa ji Misilmanên herêmê re rave bikin ku hûn ji wan rayan dixwazin?" (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Xwendekarên ji Dîyarbekirê yên ku ji trajediya li Xezzeyê re bêxem neman, bi lidarxistina kermesên xêrxwaziyê li dibistanên xwe, ji bo piştgiriya hevalên xwe yên Filistînî bi hev re pêşbaziyê kirin.
Karwana Hêvîyê yê Dîyarbekirê ku ji bo êtîm, mihtac û sêwîyan alîkarîyan li dar dixe, li Qada Şêx Seîd ji bo xêra malbatên mihtac kermesek vekir.
Hat îfadekirin ku di navbera Tirkîye, Îran û Efxenistanê de zaptekî mitebeqet a hevkarîyê hatîye îmzekirin.