37 esîr ji Xezzeyê hatin azadkirin
Rayedarên îşxalker ên sîyonîst 37 esîrên ji Xezzeyê, ku yek ji wan jin bû, serbest berdan.
Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî, di operasyoneke ku ji hêla Komîteyê ve hat hêsankirin û organîzekirin de, 37 esîrên serbestberdayî ji deriyê sînor ê Kerem-Ebû Salemê birin Kompleksa Tenduristî ya Nasir.
Komîteyê diyar kir ku ji sala 2023an vir ve bi karanîna vê rêbazê veguhestina zêdetirî 2700 esîrên serbestberdayî hêsan kiriye, di heman demê de piştrast kir ku ji Cotmeha 2023an vir ve gihîştina esîrên di zindanên sîyonîst de berdewam e ku tê astengkirin.
Komîteyê daxwaza xwe dubare kir ku rayedarên îşxalker çarenûs û cihê hemû esîran ji wan re ragihînin û destûr bidin ekîbên wan ku serdana wan bikin û rewşa wan bibînin.
Xaça Sor tekez kir ku qanûna mirovî ya navneteweyî hewce dike ku bi esîran re bi awayekî mirovî muamele were kirin, şert û mercên guncaw ên esîrgirtinê werin temînkirin û ew bikaribin bi malbatên xwe yên ku ji tenduristî û ewlehiya wan pir bi endîşedar in re têkilî daynin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serleşker Muhsîn Rizayî wek nûnerê Rêberê Înqilaba Îslamî Mucteba Xameneî li Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî hatiye tayînkirin.
Balafirgeha Lazqîyeyê ketiye bin kontrola Desteya Hewayî ya Sivîl a Sûrîyeyê.
Klûba Esîrên Filistînî ragihand ku qedexeya hêzên îşxalker a serdanên malbatê ji bo esîrên Filistînî astengiyek li pêşiya çavdêriya derve li girtîgehan diafirîne, rê li ber berdewamiya îşkence, birçîbûn û polîtîkayên "kuştina hêdî" vedike.