Sûrîyeyê Balafirgeha Lazqîyeyê kontrol kir
Balafirgeha Lazqîyeyê ketiye bin kontrola Desteya Hewayî ya Sivîl a Sûrîyeyê.
Desteya Hewayî ya Sivîl a Sûrîyeyê ragihand ku rêveberiya Balafirgeha Lazqîyeyê îro radestî rayedarên Sûrîyeyê hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku merhaleya din wekî ji nû ve avakirina balafirgehê hatiye plankirin da ku careke din bikaribe mazûvaniya seferên navneteweyî bike.
Wezareta Derve ya Sûrîyeyê di heman rojê de ragihand ku Moskova û Şamê derbarê pêşeroja baregehên leşkerî yên Rûsyayê de peymanek îmze kirine. Li gorî belgeyê, "hemû tesîsên sivîl, tevî balafirgeha Hmeymimê, ku Balafirgeha Lazqîyeyê lê ye, wê di nav sê mehan de bikevin bin kontrola hikûmeta Sûrîyeyê."
Di heman demê de, Wezîrê Karên Derve Esed Şeybanî û şandeya pê re serdaneke meydanî li Balafirgeha Lazqîye û Bendergeha Tartusê kirin. Di vê serdanê de, wan tesîs û binesaziyên ku di mutebeqeta têgihîştinê ya di navbera Sûrîye û Rûsyayê de hatine îmzekirin, lêkolîn kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rayedarên îşxalker ên sîyonîst 37 esîrên ji Xezzeyê, ku yek ji wan jin bû, serbest berdan.
Serleşker Muhsîn Rizayî wek nûnerê Rêberê Înqilaba Îslamî Mucteba Xameneî li Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî hatiye tayînkirin.
Klûba Esîrên Filistînî ragihand ku qedexeya hêzên îşxalker a serdanên malbatê ji bo esîrên Filistînî astengiyek li pêşiya çavdêriya derve li girtîgehan diafirîne, rê li ber berdewamiya îşkence, birçîbûn û polîtîkayên "kuştina hêdî" vedike.