8 sîxûrên Mossadê hatin bidestxistin

Pasdaranên Îranê, daxuyandin ku li wîlayeta Horasana Îranê 8 kesên ku têkilîyên wan bi Mossadê sîyonîst re hene hatine binçavkirin.
Li gorî vêya, van kesên ku hatine binçavkirin bi komên cudaxwaz re hevkarî dikin û bi sîxûrên Mossadê re li ser înternetê perwerdehîyên taybet distînin.
Hat îfadekirin ku van kesan di dema êrîşa sîyonîstan de derheqê şexsîyetên muhîm ên Îranê de agahîyên muhîm kom kirine û koordînatên jîyanî yên li Meşhedê jî ji rejima sîyonîst re şandine.
Hat destnîşankirin ku hicreya ku hatîye bidestxistin li dijî rayedarên artêşê plana êrîşê dikirin, li Meşhedê jî dixwestin ku navendên muhîm hedef bigrin. Di operasyonê de hemû amûr û mirov hatin bidestxistin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara qurbaniyên erdheja 6.0 pileyî ya li rojhilatê Efxenistanê gihîştiye 2.205 kesan. Emîrtîya Îslamî hewlên xwe yên alîkarîyê zêde dike û xelk ji rêxistinên navneteweyî alîkariya lezgîn dixwazin.
Li Komarîya Demokratîk a Kongoyê (KDC), li dijî leşkerên ku li rojhilata welat dewrîye diavêtin êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşê de 36 kesan canê xwe ji dest dan.
14 kîlometre li rojhilata bajara Celalabada Efxenistanê di mezinahîya 5,6an der erdhejek çêbû.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 64 hezar û 231an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 161 hezar û 583 kesan.