Li Xezzeyê hejmarê şehîdan derket 57 hezar û 338an

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 57 hezar û 338an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 135 hezar û 957 kesan.
Di nav 24 seatên dawîn de ji nexweşxaneyên Xezzeyê re 70 şehîd û 332 birîndar hatin gihandin.
Ji 18ê Adara 2025an vir ve ku rejima îşxalker agirbestê xera kir êrîş dijwartir bû. Heta niha 6 hezar û 780 kes şehîd bûn, 23 hezar û 916 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çavkanîyên tenduristîya Filistînê, piranîya şehîdan zarok û pîrek in.
Rayedaran, bal dikşînin ku her roj ku diçe şehîd zêde dibe û rewşa însanî jî xerabtir dibe.
Hat îfadekirin hêna jî gelek mirov di bin kavilan de ne û ambûlans û ekîbên paratina sîvîl nikarin xwe bighînin wan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve qirkirina xwe ya li Xezzeyê didomîne, di encama wê qirkirinê de hejmarê şehîdan derket 65 hezar û 208an, hejmarê birîndaran jî gihaşt 166 hezar û 271 kesan.
Tuxayên Qassamê ya hêzên leşkerî yê HAMASê, wêneyên nû yên êsîrên îşxalê yên li Xezzeyê ne weşand û bal kişand ser tewra lihevneker a Netenyahû.
Rejîma siyonîst ji danê sibehê vir ve çar terefê Xezzeyê hedef girt. Mal, rêzên alîkarîyê û stargehan xistin. Di êrîşên ku domahîya rojê dewam kir de 44 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.
Piştî teqîna bombeyekê li nêzîkî wesayîteke rejîma siyonîst, li rojhilatê Ramallahê hişyariya ewlehiyê hat dayîn. Di hefteya borî de li Şerîaya Rojava û Qudsa îşxalkirî 81 çalakiyên berxwedanê hatine qeydkirin.