Ciwanê ku ji teref çeteyên Cihûyîyan ve hat şehîdkirin dikenîya, ev jî balan kişand

Çeteyên çekdar ên Cihûyî êrîşî bajarokê Sincilê yê li bakurê Ramallahê kirin û du Filistînîyên 23 salî kuştin. Kenê li ser rûyê Mihemed El Şelbî, ku cenazeyê wî piştî çend seatan hate dîtin, berxwedana adil a gelê Filistînê nîşan da.
Çeteyên Cihûyî, di bin parastina rejîma sîyonîst de êrîşeke din li ser bajarokê Sincilê yê li bakurê Ramallahê pêk anîn. Endamên çeteyan bi çekên otomatîk di vê êrîşa hovane de du Filistîniyên 23 salî şehîd kirin û 10 kesên din jî birîndar kirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku yek ji şehîdan Mihemed Rizk Huseyîn el-Şelbî ye. Hat ragihandin ku Şelbî piştî gulebaranê bi saetan xwîn jê diheriqîya. Termê şehîdê ciwan piştî çend saetan li erdê kevirî hat dîtin.
Kenê şehadetê bêhemdî nema
Dema ku cesedê bêcan ê Mihemed El-Şelbî hat dîtin, tevî êşa ku kişand û hovîtiya ku lê hat kirin, kenê li ser rûyê wî di bîranînan de ma.
Di kêliyên pêşîn ên êrîşê de, xortekî 23 salî yê bi navê Seyfeddîn Kamil Ebdulkerîm Muslat, ku ew jî ji bajarokê Mezraa Şerkiye bû, şehîd bû. Li gorî agahiyan, Muslat dema ku li kêleka xelkên herêmî li hember êrîşên çeteyên cihûyan li ber xwe dida, bûye hedefa êrîşê.
Ayd Gufrî, çalakvanekî mafên mirovan ê li herêmê, got ku zêdetirî 40 endamên çeteyên cihûyî êrîşî sivîlên Filistînî û dilxwazên wan ên biyanî kirin ku hewl didan baregeha neqanûnî ya li herêma Xirbet et-Tell hilweşînin.
Ev êrîşa rêxistinkirî, ku welatiyên ji gundên Sincil, Mezraa Şerqiye, Ebweyn û Cilcilya hedef girt, di encamê de 10 kes birîndar bûn.
Nêzîkî du hefte berê, çeteyên Cihû yên êrîşkar êrîşî bajarokê Kafr Malik ê li bakurrojhilatê Ramallahê kirin û sê ciwanên Filistînî şehîd kirin.
Ev terora sîstematîk a ku ji hêla çeteyên Cihûyan ve li Şerîaya Rojava ya îşxalkirî tê kirin, her roj digihîje astên talûketir. Tevî hemî hişyariyên civaka navneteweyî, ev kuştinên têkildarî çeteyan bê ceza dimînin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Erakçî, got ku bernameya wan a nukleerî armancekî aştîyane di nav xwe de dihewîne û di çarçoveya Peymana Pêşgirtina Belavbûna Çekên Nukleerî (NPT) de tê meşandin.
Balafirên herbê yên sîyonîstan li bakur, orte û başûrê Xezzeyê êrîşên asîmanî pêk anîtin. Di encama van êrîşan de herî kêm 48 kes şehîd bûn. Îşxalkeran di vê êrîşê de çadiran, herêmên ku sîvîl lê dicivin û xanîyan hedef girt.
Baranên musonê ku li Pakistanê dibare bû sedema lehîyê, di encama lehîyê de heta niha 98 kes mirin, birîndar jî gihîştin 185 kesan.