Agirbesta li Xezzeyê tenê li ser kaxezê maye
Tevî peymana agirbestê li Xezzeyê, rejîma sîyonîst êrîşên xwe domandin, êrîşên hewayî û topxaneyî li ser taxa Tuffah û başûrê Xan Yûnisê kirin. Di êrîşan de gelek Filistînî birîndar bûn û xaniyek jî agir girt.
Tevî agirbesta li Xezzeyê ya di meriyetê de ye jî, îxlalkirinên rejîma sîyonîst berdewam dikin. Li gorî agahiyên ku ji hêla ekîbên tenduristiyê û alîkariyên acîl ên li Xezzeyê ve hatine dayîn, hêzên rejîmê îro li deverên cuda yên Xezzeyê êrîşên hewayî û topxaneyê pêk anîn û deverên ku sivîl lê ne kirin hedef.
Li gorî çavkaniyên herêmî, balafirên şer ên rejîma sîyonîst îro sibê du êrîşên asmanî li ser deverên di bin kontrola wan de li taxa Tuffah a bajarê Xezzeyê pêk anîn.
Ekîbên tenduristiyê û yên hawarçûnê li Xezzeyê ragihandin ku di êrîşa topxaneyê ya li ser hinek deverên taxa Tuffah ên li derveyî kontrola rejîma sîyonîst de çend kes birîndar bûne.
Li gorî agahiyan, xaniyek li nêzî çarrêya Sanafir a li taxê jî piştî ku bi topekê ket agir girtiye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Çapemenîya rejîma sîyonîst îddîa kir ku artêş ji bo şerekî mezin ê muhtemel li Lubnanê amadekariyan dike ku dikare çend rojan bidome.
Hamasê daxuyaniya hevbeş a ku ji aliyê wezîrên karên derve yên heşt welatan ve hat dayîn, pêşwazî kir û diyar kir ku helwesta şermezarkirina redkirina nexşerêya ji bo bicîhanîna plana Donald Trump ji aliyê rejîma sîyonîst ve girîng e.
Televîzyona dewleta Sûrîyeyê ragihand ku îşxalkeran bi nêzîkî 10 wesayîtên leşkerî ketine gundê Abidîn li gundewarê rojavayê Deraayê û di dema serdegirtinê de gelek ciwan girtine.