Avrupa Yetîm Elî ji bo loqmekî nan li Burundîyê kolîyên Remezanê belav kir

Rehmet û bereketa meha Remezanê, bi navbeynlkarîya Komelaya Avrupa Yetîm Elîyê gihaşt sifreyên Burundîyê. Komele bi alîkarîya xêrxwazan ji bi sedan malbatan re kolîyên zexîreyan belav kir.
Malbatên Burundîyê ku di bin sîya afet û tinebûnîyê de micadeleya jîyanê didin, di meha Remezanê de bi kolîyên ku têne belavkirin hinek hilma jîyanê digrin. Kolîyên ku di nav de zexîre hene, ji malbatên êtîm, îxtîyar û astengdaran re hatin belavkirin.
“Me tenê kolîyan bar nekir, me biratîyê jî barê li vir kir”
Dildarên Komeleya Avrupa Yetîm Elîyê, di dema belavkirina kolîyan de hêst û ramanên xwe anîtin ziman.
Dildaran destnîşan kirin ku ew carna di rondikên dayîkekî, carna jî di rûyê kêfxweş ê zarokekî de qîmeta van alîkarîyan fêhm kirin. Wan îfade kirin ew tenê ji bo belavkirina kolîyan li însanan nanêrin, ew ji bona ku wan însanan hêvî, dostîtî û hîsa ku nehatine jibîrkirin jî li wan dinêrin.
Dildarê Komeleya Avrupa Yetîm Elî Nîzamettîn Aygan, îfade kir ku ew bi van kolîyên gihandina Burundîyê, tenê zikê wan têr nakin, dilên wan jî germ dikin û dûrîtîyan nêz dikin.
Nîzamettîn Aygan, “Em wek Komeleya Avrupa Yetîm Elî, ji bona ku bêçareyan re bibin alîkar li Burundîyê ne. Em li vê derê kolîyên Remezanê belav dikin, fitarîyê didin û zekatan belav dikin, bi vê şeklê ji bona ku lazimatîyên wan temîn bikin dixebitin. Heger îro jî ku Xwedê bike nisîb em ê ji 350 kesan re kolîyan belav bikin û lazimatîya du hefte ya 350 malbatên xwe di warê xwarinê de temîn bikin. Emê ê çend roj li vê bin û fealîyetên xwe bidomînin. Çîmkî hêj fealîyetên me yên xwarin û neqdî jî mane.”
Komeleya Avrupa Yetîm Elî, di meha Remezanê de wek li Burundîyê li gelek welatan fealîyetên xwe yên belavkirina kolîyan, fitir, zekat û cil û bergên îdanê didomîne.
Komele ji hemû kesên ku alîkarîyê ji wan re kirine re sipas kirin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li başûrrojhilata Pakistanê di mîtîngekî de xwekujek xwe teqand, di encamê de 6 kes birîndar bûn.
Li Nepalê, di pevçûnên ku di protestoyên alîgirên monarşîyê de ku bi polêsan re hat kirin de, 2 kesan canê xwe ji dest dan.
Di erdhejê ku li Myanmarê di mezinahîyên 7,7 û 6,4an de pêk hatin de heta niha 694 kesan canê xwe ji dest dan, 1670 kes jî birîndar bûn.
Emrîkaya îşxaker, di nav 24 seatên dawîn de li herêmên cuda yên Yemenê êrîşên asîmanî pêk anît, di encama 77 êrîşên asîmanî de herî kêm 1 kes şehîd bû, 10 kes jî birîndar bûn.