Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde ji berxwedana gelê Yemenê re silav şand, ji ummeta Îslamê re jî bang kir

Berdevkê Tûgayên Qessam Ebû Ubeyde, ji berxwedana gelê Yemenê ku destekê didin gelê Xezzeyê re silav şand, û bang li hemû însanên azad ên ummetê kir ku bila alîkarî û destekên xwe yên ji bo Xezzeyê bidomînin.
Ebû Ubeyde, li ser qenala Telegramê daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de weha got, “Em sekina bi rûmet a gelê bira yê Yemenê û desteka wan a ku ji xûşk û birayên xwe yên Xezzeyê re didin silav dikin.”
Ebû Ubeyde destnîşan kir berxwedana Yemenê berdêla sadiqtîya xwe ya ji Mescîdî Eqsa û Filistînê re bi giranî didin encax digel van berdêlan dev ji sekina xwe bernedane, “Îro fuzeyên Yemenê bi tevî fuzeyên Xezzeyê li asîmanên Tel Avîvê gihaştin hev û carekî dinê jî nîşan dide ku Xezze ne tenê ye û li pişt wî jî şervanên azadîyê ku ew ê wî teslîmê dijmin nekin hene.”
Ebû Ubeyde, ji ummeta Îslamê re jî vê bangê kir:
“Em bang li hemû însanên azad ên ummetê dikin ku bila beşdarî micadeleya parastina Mescîdî Eqsayê bibin, û destek û alîkarîyên xwe yên ji bo Xezzeyê bidomînin. Bi vê şeklê em ê bikaribin qeweta dijmina sîyonîst bişkênin û êrîşên wî bidin sekinandin.”
Tûgayên Qessam, di daxuyanîya ku doh kiribûn de daxuyandibû ku ew bajara Tel Avîva Filistîna îşxalkirî, “Ji bersivdayîna qetlîamên sîyonîstan a li dijî sîvîlan re bi roketan bombebaran kirin.”
Tevgera Ensarullahê jî diyar kiribû ku ew ji hinek cîhên Filistîna îşxalkirî re fuzeyan avêtine û vêya jî ji bona ku “wezîfeya dînî û netewî” bi cîh bînin pêk anîtine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li başûrrojhilata Pakistanê di mîtîngekî de xwekujek xwe teqand, di encamê de 6 kes birîndar bûn.
Li Nepalê, di pevçûnên ku di protestoyên alîgirên monarşîyê de ku bi polêsan re hat kirin de, 2 kesan canê xwe ji dest dan.
Di erdhejê ku li Myanmarê di mezinahîyên 7,7 û 6,4an de pêk hatin de heta niha 694 kesan canê xwe ji dest dan, 1670 kes jî birîndar bûn.
Emrîkaya îşxaker, di nav 24 seatên dawîn de li herêmên cuda yên Yemenê êrîşên asîmanî pêk anît, di encama 77 êrîşên asîmanî de herî kêm 1 kes şehîd bû, 10 kes jî birîndar bûn.