Berdevkê Qassam Ebû Ubeyde ji heciyan re ji bo Xezzeyê bang kir
![Berdevkê Qassam Ebû Ubeyde ji heciyan re ji bo Xezzeyê bang kir Berdevkê Qassam Ebû Ubeyde ji heciyan re ji bo Xezzeyê bang kir](/img/NewsGallery/2024/6/15/399710/FeaturedImage/53dce54d-4dc1-46fc-b647-956c176c3482.webp)
Berdevkê Tûgayên Şehîd Îzzeddîn El Qassam Ebû Ubeyde bang li heciyên ku diçin Kabeyê kir ku Xezzeyê bi bîr bînin û destnîşan kir ku hecê firsend e ku rastiya Xezzeyê bînin bîra gelê Îslamê.
Ebû Ubeyde li ser kanala Telegramê daxuyanî da û bang li heciyên ku diçin Kabeyê kir ku bila birayên xwe yên li Xezze û Filistînê li cihên pîroz û di merasîma hecê de bi duayên ji dil û can bi bîr bînin û di van demên mezin û pîroz de bila Xezzeya ku mirovên sebir û mucahîd in bi bîr bînin.
Ebû Ubeyde di peyama xwe de weha got:
“Dema ku mêvanên Rehman wecîbeya hecê bi cih tînin, em jî li ser navê ummeta Îslamê li dijî zalimên îşxalker, dijminên Xweda wecîbeya cîhadê bi cih tînin.
Tofana Eqsayê ji bo mabeda me ya pîroz (Mescîdî Eqsa) ya sêyem hat destpêkirin û ziyareta hecê derfetek e ku em rastiya têkoşîna me ya bi dijminê xwe re bînin bîra du milyar civaka misilman; Ji ber ku dijminê me her roj cihê ku Pêxemberê me Îsra û Mîraca xwe lê kiriye binpê dike, li wir fesadiyê dike, zirarê dide mîrateya wî, wêran dike û Cihûtiyê dike.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Berxwedana Fîlîstînê ku ev bû 9 meh e berxwedanekî bi nav û deng nîşan daye, dîmeneke nû parve kir.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Li bajara Derbend û Maxaçkaleya Daxistanê bi çekan êrîş hatibû lidarxistin, di encama wê êrîşê de hejmarê mirîyan derket 20 kesan, 46 kes jî birîndar bûn.
Rejîma îşxalker a sîyonîst li Kampa Penaberan a Eş-Şatîyê êrîşan li dar xist, di wê êrîşê de bi tevî xûşka Serokê Biroya Sîyasî ya HAMASê Îsmaîl Henîyye 10 kes şehîd bûn.