Hat ragihandin li Xazzeya ku di bin dorpêçê de ye û lê bê navber qetlîam tê kirin nexweş û birîndar ji ber kêmbûna dermanan yek bi yek şehîd dikevin.
Derbarê mijarê de ji teref Merwan el-Hemsê Koordînatorê Nexweşxaneyên Sahrayê yên li Xazzeyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
El-Hemse di daxuyanîyaku belav kir de destnîşan kir, rewşa li Xazzeyê di warê tenduristîyê de gihaştiye asta felaketê û ji ber ku rejîma siyonist a terorîst nexwşexaneyan hedef digrin rewş xirabtir û nebaştir dibe.
El-Hemse di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, li nexweşxaneyan êdî ji kesên nexweş û birîndar re cî nemaye û ji ber kêmbûna dermanan şehîd dikevin.(ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di qezaya ku li Komara Komî ya Rûsyayê di encama trêna rêwiyan de ji rê derket 3 kesan canê xwe ji dest dan.
Kerwana Hêvîyê ya ku li Xezzeyê di Cejna Qurbanê de bi sedan wekaleta qurbanê bi cih anî, xebatên xwe yên alîkariyê yên li herêmê bênavber didomîne.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Hîzbullahê Libnanê, operasyonên xwe yên li dijî mewzîyên rejîma îşxalker didomîne, ji cîhê ku leşkerên terorîst li sînora Fîlîstînê xwe bi cîh kiribûn re operasyoneke nû lidarxistin.