Berteka Rûsyayê ya li hember Almanya: Ev destpêka şerekî rastîn e
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov biryarên Almanya yên li dijî Rûsyayê wekî destpêka şerekî rastîn bi nav kir û got, "Ew (Alman) dîsa şer dixwazin."
Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov di hevpeyvîna xwe ya bi Korporasyona Weşana Televîzyon û Radyoyê ya Dewleta Rûsyayê (VGTRK) re de, nêzîkatiya Almanya ya li hember Rûsyayê nirxand.
Lavrov bi bîr xist ku Almanya hefteya borî li dijî Rûsyayê tedbîr girtiye û destnîşan kir ku di nav van tedbîran de girtina Konsulxaneya Giştî ya Rûsyayê li Bonnê û Mala Rûsyayê li Berlînê jî heye.
Lavrov diyar kir, "Wan (Almanan) dronek dîtin û ragihandin ku ew aîdî Rûsyayê ye. Kesî rastî lêkolîn nekir. Ev di rastiyê de destpêka şerekî rastîn e. Ez tînim bîra xwe ku Almanan beriya Şerê Cîhanê yê Duyemîn jî nûnertiyên xwe yên dîplomatîk girtin. Ev bi tevahî nayê qebûlkirin. Ew dîsa şer dixwazin."
Wezîr Lavrov tekez kir ku Almanya ji dîroka xwe ders negirtiye. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîşên asmanî yên li ser bajarokê Kefer Rumman li başûrê Lubnanê de, 11 kes, ku du ji wan pitik in, hatin kuştin û pênc jî birîndar bûn.
Muhsîn Rezayî, Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, ragihand ku di rojên pêş de ew ê bi Ummanê re peymanek derbarê korîdorek nû ya di bin kontrola Îranê de ji bo ketin û derketina ji Tengava Hurmuzê were îmzekirin.
Li gorî raporê, piştî belavbûna agahiyên derbarê kêmbûna cebilxaneya leşkerî di dema şerê Îran-Îraqê de bo çapemeniyê, Fermandarên Hevbeş ên Emrîkayê derbarê nêzîkî 50 personelên leşkerî de lêpirsînê dikin.