Dîmenê serokê nû yê Mossadê ku ji Tûgayên Qessam direve dîsa bû rojev
Dîmenên ku serokê nû yê serwîsa îstîxbarata derve yê rejima sîyonîst Mossadê Romen Gofman ku di 7ê Cotmeha 2023yan de ji Tûgayên Qessam direvîyabû dîsa bû rojev. Vîdeoya ku hat avêtin di nav îşxalkeran de bû sedema nîqaşên mezin
Di vîdeoya ku ji teref çapemenîya rejima sîyonîst ve hatîye weşandin de tê dîtin ku Serokê Mossadê Romen Gofman di saetên ewil ê Tofana Eqsayê de di pevçûna ku bi micahîdên Qessam re ketîye de baz dide û direve. Ev vîdeo bi taybetî li ser platforma medyaya civakî dengekî mezin anîti rojevê.
Çapemenîya rejima sîyonîst, wê demê jî rast kiribû ku Gofman bi birîndarî ji pevçûnê direve û diçe Nexweşxaneya Barzilaiyê.
Netenyahu çend roj berê got ku ew Gofmanê anîtîye ser serê Mossadê. Ev biryar jî bû sedema nîqaşan û hinek vîdeoyê parve kirin û gotin, “Demên mirovê ku li ser qoltixa herî krîtîk a rejima sîyonîst ew ê rûnê ji şervanê Qessam direve” û hinek jî bi navê “Mirovê pê şerm dike” vîdeoyê parve kirin.
Hinek veberhêneran îfade dikin ku serê ewil şervanên Qessam nizanin ku ew Gofman e, lê dema ku haya wan jê çêdibe didin pey û Gofman ji nigê xwe birîndar dibe û ji herêmê dûr dikeve.
Ji teref hinek mirovan ve ev hat parvekirin, “Demên dîrokî yên ku rastîya sehayê nîşan dide.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Di êrîş û serdegirtinên rejîma siyonîst de, zêdetirî 100 Filistînî, ku di nav wan de kesayetên sîyasî û êsîrên berê yên Filistînî jî hene, hatine desteserkirin.
Li Bangladeşê ji ber nexweşiya Taya Dangê îsal heta niha 401 kes mirine.
Endamê Biroya Sîyasî ya HAMASê Xalid Meşal, got ku divê îdareya bireveberîya Filistînê bi temamî di destê Filistînîyan de be, derheqê meseleya çekan de jî pêşnîyarên rastîn û yê ku mirov dikare tetbîq bike pêşnîyar kirine.
Li dibistaneke navîn a li Emrîkayê, di êrîşeke bi kêran de xwendekarek hat kuştin û yek jî birîndar bû.