Li Îranê ji ber qirêjîya hewayê û şewba grîpê, li 18 wîlayetên welat perwerde ji dûr ve tê dayîn
Ji ber qirêjiya hewayê û şewba grîpê, li 18 wîlayetên Îranê, li saziyên xwendina navîn û bilind perwerde bi dûr ve tê dayîn.
Li gorî malpera nûçeyan a Farhikhtegan ku ji Îranê weşanê dike, xwendekarên li paytext Tehran, El Borz, Qum, Azerbaycana Rojava û Rojhilat, Navendî, Qezwîn, Simnan û Îsfahanê ji ber qirêjiya hewayê perwerdehiya ji dûr ve dibînin.
Xwendekarên li Hemedan, Geylan, Yezd, Kirman, Sîstan-Belûçistan, Xorasana Başûr û Bakur, Xorasan-î Rezewî û Zencanê ji ber şewba gripê nikarin biçin dibistanê.
Li gorî daneyên şîrketa çavdêriya hewayê IQAir a navenda wê li Swîsreyê ye, Tehran îro piştî Bexda û Delhiyê di her metrekupekê de bi 225 mîkrogram, di warê qirêjiya hewayê de di rêza sêyemîn a cîhanê de ye.
Endeksa qalîteya hewayê li gorî nirxa maddeyên partîkulî (PM10) di yek metrekupa hewayê de wiha tê dabeşkirin: 0-50 hewaya paqij (kesk), 51-100 navîn (zer), 101-150 hesas (porteqalî), 151-200 nexweş (sor), 201-300 xirab (mor), 301-500 xeternak (qehweyî). (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Emmar Yaser Muhammed Taamra yê 16 salî ku di êrîşa rejîma siyonîst a li ser bajarokê Tekû yê li Şerîaya Rojava de bi guleyan bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneyê şehîd ket.
Deh esîrên Filistînî yên ji Xezzeyê ku di zindanên rejîma sîyonîst de ne, piştî serbestberdanê ji ber rewşa tenduristiya xwe ji bo Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê ya li Dêr Belehê hatin veguhastin.
IHO EBRAR, rêxistineke alîkariya mirovî ya navneteweyî ye ku bi çalakiyên xwe yên alîkariyê ji bo kesên hewcedar hem li hundir û hem jî li derveyî welat tê nasîn, li Etiyopyayê, ku yek ji welatên herî xizan ên Efrîqayê ye, projeyek tenduristiyê ya girîng pêk aniye.
Di encama qulipîna otobûsê ya li Îranê de 13 kes mirin, 13 kes jî birîndar bûn.