Dadgeha Cezayê ya Şamê ji Beşar û Mahir Esed re cezayê îdamê da
Dadgeha Cezayê li Şamê, paytexta Sûrîyeyê, ji serokê berê yê rejîma hilweşiyayî Beşar Esed, birayê wî û fermandarê Firqeya 4emîn Mahir Esed, û Atif Necîb, serokê berê yê Şaxa Ewlekariya Sîyasî li Derayê re cezayê darvekirinê da.
Dadgehê bersûc bi sûcê kuştina bi zanebûn û îşkenceyê mehkûm kir, û biryar da ku sûcên ku di sala 2011an de li Derayê hatine kirin sûcên li dijî mirovahiyê ne.
Biryar li dijî Beşar Esed bê amadebûn hat dayîn, her wiha li dijî Maher Esed jî cezayê darvekirinê hat dayîn. Biryar li dijî Atif Necîb, serokê berê yê Şaxa Ewlekariya Sîyasî li Derayê, li ber çavên wî hat dayîn. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li parêzgeha Bakurê Rojavayê Efrîqaya Başûr, ji ber hilweşîna keviran di madeneke terikandî de 14 madenvanên neqanûnî mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Navenda Lêkolînên Esîran a Filistînî ragihand ku rejîma îşxalker di zindanên xwe de îşkence, birçîkirin û paşguhkirina esîrên Filistînî didomîne.
Rayedarên Ukraynayê ragihandin ku di êrîşên li ser bajarê Zaporîjya û çend wargehên li herêma Dnipropetrovsk de neh kes hatine kuştin û 24 kes jî birîndar bûne.