Di çeteyên hevkar de dema hilweşînê: Bi dehan milîsên çekdar teslîmî HAMASê bûn
Hilweşîna çeteyên ku ji teref rejîma sîyonîst ve têne piştgirîkirin leztir bûye. Piştî mirina xaîn Yaser Ebû Şebab, di 48 saetên dawî de bi dehan milîsên çekdar teslîmî hêzên ewlehiyê yên girêdayî HAMASê bûn.
Li gorî agahiyên ku çapemeniya îşxalker ragihandiye, di 48 saetên dawî de di navbera çeteyên ku bi eşkereyî ji terf rejîma sîyonîst ve têne piştgirîkirin li başûrê Xezzeyê de parçebûnek berbiçav çêbûye. Çavkaniyên Filistînî ragihandin ku bi dehan ji van milîsan, ku li dijî Hamasê cih girtine, bi dilxwazî tevgeriyane û li Xezzeyê teslîmî hêzên ewlehiyê yên Hamasê bûne.
Tê gotin ku radestkirin bi taybetî li herêmên Refah û Xan Yûnisê pêk tên û komên ku ji teref rejîma sîyonîst ve çek, darayî û piştgiriya teknîkî wergirtine, demek dirêj e li van herêman dixebitin.
Ev pêşketin piştî hişyariya dawî ya 10 rojan a ku Hamasê ji hêzên xwe yên milîs re daye tê. Wezareta Karên Hundir a Xezzeyê roja Înê ragihand ku dosyayên kesên ku teslîm bûne dê werin nirxandin û dê gav werin avêtin da ku pêvajoya dadwerî hêsan bibe, û ev yek nîşan dide ku "sîwana rejîma sîyonîst a ku xayînan diparêze dê zêde berdewam neke."
Wezaretê her wiha tekezî li ser têkçûna rejîma sîyonîst di afirandina kaosê li cepheya navxweyî de kir û got, "Îşxalker nekarîn yekîtiya gelê me têk bibin. Çeteyên terorîst ên ku wan ji bo afirandina kaosê li qada navxweyî ava kirin, nekarîn piştgiriyek civakî bibînin û ji çarenûsa xwe re hatin hiştin."
Yek ji serokên yekîtiya eşîran li Xezzeyê îro tekez kir ku ev komên çekdar ên ku ji aliyê rejîma sîyonîst ve têne fînansekirin, qet li kêleka gel nebûne û got, "Çiqasî îşxalker piştgiriyê bide wan jî, ev milîs mehkûmî tunebûnê ne. Erka wan eşkerekirina tunelan û şopandina berxwedanê bû; wan hewl da ku tiştên ku îşxalker di du salan de jî nekarî bi dest bixe bikin."
Bûyera herî girîng ku bû sedema vê parçebûnê, kuştina Yaser Ebû Şebab li rojhilatê Refahê roja Çarşemê ya borî bû. Medyaya dagirkeriyê ragihand ku Ebû Şebab ji aliyê êrîşkarên nenas ve hatiye kuştin, lê derbarê rêbaz û cihê rastîn ê kuştinê de agahdariyên nakok hatin dayîn.
Ebû Şebab, ku di sala 1990î de ji dayik bûye, endamê eşîra Tarabîn li başûrê Xezzeyê bû. Berî 7ê Cotmeha 2023an bi gelek tohmetan hatibû girtin, lê piştî ku rejîma sîyonîst tesîsên ewlehiyê hedef girt, ji girtîgehê derket. Navê wî di 30ê Gulana 2025an de, dema ku tîmek "mustaaribin" û koma ajanên ku bi wan re bûn di operasyonekê de li rojhilatê Refahê ji aliyê Tûgayên Îzzeddîn el-Qessam, baskê leşkerî yê Hamasê ve hatin eşkerekirin, bêtir belav bû. Hamasê ragihand ku ev kom rasterast di bin sîwana "çeteya Yaser Ebû Şebab" de dixebite. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li girtîgeheke Machala ya parêzgeha El Oro ya Ekvadorê, di pevçûna di navbera mehkûman de 9 kes hatin kuştin.
Rejîma sîyonîst li nêzîkî Akzunê ciwanekî Filistînî şehîd kir û yekî din jî birîndar kir. Hêzên îşxalker rê li ber ekîbên tendurisîtyê yên ku hewl didan bigihîjin şehîd girtin.
Wezîrê Derve yê Sûrîyeyê Esed Hesen Şeybanî diyar kir ku vekişîna rejîma îşxalker ji axa Sûrîyeyê xeta sor a bêdawî ya welat e û bêyî bidawîanîna dagirkeriyê ti rêkeftinek di navbera her du welatan de ne mimkûn e.