Sûrîye: Heta ku îşxala îsraîlê bi dawî nebe, aştî nayê qebûlkirin
Wezîrê Derve yê Sûrîyeyê Esed Hesen Şeybanî diyar kir ku vekişîna rejîma îşxalker ji axa Sûrîyeyê xeta sor a bêdawî ya welat e û bêyî bidawîanîna dagirkeriyê ti rêkeftinek di navbera her du welatan de ne mimkûn e.
Wezîrê Derve yê Sûrîyeyê Esed Hesen Şeybanî di panela bi navê "Salek ji Sûrîyeyeke Nû: Nirxandina Pêşketin, Derfet û Zehmetîyan" de ku di çarçoveya 23yemîn Foruma Dohayê de li Dohaya paytexta Qeterê hat lidarxistin, axivî.
Şeybanî zehmetiyên ku ew di pêvajoya ji nû ve avakirina Sûrîyeyê de rastî wan hatine, cezayên navneteweyî û polîtîkayên rejîma îşxalker ên li hember Sûrîyeyê nirxand.
Şeybanî diyar kir ku yek ji pirsgirêkên ku ew di dema veguhêz de ku ew welat ji nû ve ava dikin pê re rû bi rû dimînin, rejîma îşxalker e. Wî diyar kir ku mijara vekişîna rejîma îşxalker ji axa Sûrîyeyê xeta wan a sor a bêdawî ye û got, "Heta ku îsraîl ji axa Sûrîyeyê venekişe, ti rêkeftin çênabe. Divê nêzîkatiyek du alî, dadperwer û wekhev hebe ku hem aliyên Sûrî û hem jî yên îsraîlê li ber çavan bigire."
Şeybanî diyar kir ku ew dixwazin rejîma îşxalker destwerdana karûbarên navxweyî yên Sûrîyeyê û qumarê li ser tevgerên hinek mezheb an pêkhateyan rawestîne û ew dixwazin bi her kesî re têkiliyên baş deynin.
Şeybanî behsa serkeftinên ku wan di salekê de piştî hilweşandina rejîma Esed li Sûrîyeyê bi dest xistine kir û destnîşan kir ku wan ew baweriya ku ji aliyê rejîma berê ve hatibû xirakirin û xirabkirin, ji nû ve bi dest xistiye.
Şeybanî tekez kir ku ew tevî çavkaniyên pir kêm û erkên giran ên ku ji rejîma berê mîras girtine, ji bo baştirkirina şert û mercên jiyana gelê Sûrîyeyê dixebitin û diyar kir ku ji ber cezayên aborî yên li dijî Sûrîyeyê, nemaze qanûnên Sezar, hinek jî rêyek dirêj li pêşiya wan e.
Şeybanî tekez kir ku wekî welatekî Rojhilata Navîn, şopandina siyaseteke derve ya hevseng yek ji erkên herî dijwar e û diyar kir ku ew her gaveke siyaseta derve ya ku diavêjin, her daxuyaniyekê ku didin, her projeya siyasî ya ku tê de beşdar dibin û her tevlêbûna navneteweyî dixin bin analîz û lêkolîneke pir kûr. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hilweşîna çeteyên ku ji teref rejîma sîyonîst ve têne piştgirîkirin leztir bûye. Piştî mirina xaîn Yaser Ebû Şebab, di 48 saetên dawî de bi dehan milîsên çekdar teslîmî hêzên ewlehiyê yên girêdayî HAMASê bûn.
Li girtîgeheke Machala ya parêzgeha El Oro ya Ekvadorê, di pevçûna di navbera mehkûman de 9 kes hatin kuştin.
Rejîma sîyonîst li nêzîkî Akzunê ciwanekî Filistînî şehîd kir û yekî din jî birîndar kir. Hêzên îşxalker rê li ber ekîbên tendurisîtyê yên ku hewl didan bigihîjin şehîd girtin.