Di roja 50. a agirbestê de 357 Filistînî ji êrîşên sîyonîstan şehîd ketin
Hikûmeta Xezzeyê, daxuyand ku rejima îşxalker ji 10ê Cotmehê ku peymana agirbestê ketîye merîyetê vir ve 591 caran agirbestê îxlal kirîye, di êrîşan de 357 Filistînî şehîd bûn.
Di daxuyanîya ku ji teref Ofîsa Çapemenîyê ku girêdayê hikûmeta Xezzeyê ye ve hat belavkirin de, hat îfadekirin ku ji roja ku agirbest ketîye merîyetê vir ve sîyonîstan 591 caran agirbestê îxlal kirine, di vê çarçoveyê de 357 Filistînî ku zarok, pîrek û îxtîyar di nav wan de hene şehîd bûne, 903 Filistînî jî birîndar bûne.
Ev îxlalkirina agirbestê ya ji teref rejima îşxalker ve hat şermezarkirin; hat îfadekirin ku ev rewş îxlalkirina hiqûqa însanî ya navneteweyî û protokola însanî ya îlawe ye.
Hat îfadekirin ku di van êrîş û zextan de 38 Filistînî hatin desteserkirin.
Li gorî agahîyan li dijî konên ku sîvîl lê dijîn 164 caran rasterast gule hatine reşandin; ji herêmên jîngehan re jî 25 caran zext hatine kirin û 280 bombe hatine avêtin.
Hikûmeta Xezzeyê bal kişand ku van êrîşan bi giranî îxlalkirina hûkmên Peymana Cenevreyê ye. Hemû encamên însanî û ewlehîyê ya van êrîşan jî li ser stûyê sîyonîstan e.
Hikûmetê bang li Serokê Dewleta Emrîkayê û serokê welatên ku bune garantor kir ku bila ji bona ku van êrîşan bidin sekinandinê bi lez û bez tevbigerin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Îranê li nêzîkî Girava Qeşm dest danî li ser du keştîyên ku 80.000 lître sotemeniya qaçax hildigirt.
Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, ku ji rizgarbûna welat ji îşxalê ve têkoşîneke mezin li dijî maddeyên hişber daye, berdewam dike ku tiryakfiroşan ji nû ve perwerde bike û wan bi malbatên wan re bîne cem hev.
Di çarçoveya îxlalkirinên berdewam ên rêjîma îşxalker a peymana agirbestê li Xezzeyê de, ji ber êrîşên nû yên hewayî, Filistîniyekî canê xwe ji dest da û zarokekî jî birîndar bû.