Dadgeha Swêdê, ji Rasmus Paludan ê ku gelek caran heqaret li Quranê kir û Qurana pîroz şewitandibû re, bi îddiaya "tehrîkkirina nefretê" 4 meh cezayê girtîgehê birî.
Dadgeheke swêdî, serokê partiya rastgir a tundrê Rasmus Paludan, ji ber teşwîqkirina nefretê li cihên giştî 4 meh cezayê girtîgehê birî.
Li gorî çapemenîya welat, Paludan di Nîsan û Îlona 2022an de bi şewitandina Qurana Pîroz li Malmoyê sûcekî nefretê kiriye.
Li gorî dadgehê, Paludan hem di daxuyaniyên xwe yên der barê Mislimanan de û hem jî di çarçoveya şewitandina Quranê de "bêhurmetî nîşan da, tevî misilmanan" û kiryarên wî "bi rexnekirina Îslamê an jî gotinên siyasî yên hilbijartinê nayên rewakirin."
Partiya rastgir a tund di sala 2017an de ji teref Paludanê ve hat damezrandin. Paludan bi gelek vîdyoyên dijî-îslamî yên li ser YouTube tê naskirin. Palûdan û partiya wî, ku çend caran Quran Pîroz ku kitêba pîroz a misilmanan e, li ber çavê her kesî bi sefseteya "azadiya derbirînê" şewitandin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
HAMASê, diyar kir ku ew ê tewra tevgerê ya ji bireveberîya nû ya Emrîkayê re wê bi tevger û sekina bireveberîya Emrîqayê ya ji gelê Filistîn, maf û doza wî ya mafder re girêdayî be.
Artêşa Emrîkayê ragihand ku leşkerekî wan ku hefteya borî li baregeheke deryayî ya li Xezzeyê bi giranî birîndar bûbû, hat kuştin.
Artêşa îşxalê, li Cenîna Şerîaya Rojavayê êrîş li dar xist, di encama êrîşê de 4 jê bajaroka Kabatiyayê tev de 6 Filistînî şehîd bûn.