Berdevkê Serîyyeyên Qudsê Ebû Hamza, got ku ew li Şerîaya Rojavayê li dijî îşxalkeran kemînek li dar xistine, ji sîyonîstan mirî û birîndar hene.
Berdevkê leşkerî yê Serîyyeyên Qudsê yê baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî Ebû Hamza, di daxuyanîya ku kir de weha got, “Doh nîvê şevê, micahîdên me yên qehreman ên ji tabûra Cenînê, hemd ji Xwedê re ku li deşta Merc bîn Amîra bakurê Cenînê kemîkenî li dar xistine û di wê kemînê de du wesayîtên leşkerî îmhe kirine. Me hemû mirettebatên wesayîtan kuştîye û birîndar kirîye. Dûre bi hêzên xelaksirinê re jî ketine nav peveçûnê. Ji wan jî hinekên wan birîndar kirîye.”
Ebû Hamza dûre weha got, “Di dema operasyona Cenîn Hêrs-2yê de li çend herêmên cuda yên kampa Cenînê ji şeşan zêdetir teqemenîyên ku bi destan têne çêkirin teqandîye û ji heşt seatan zêdetir bênavber bi hêzên îşxalkeran re rasterast ketine nav pevçûnê.”
Ebû Hamza di dawîya axavtina xwe de weha got, “Heta ku dijmin têk nebe û dijmin ji Şerîaya Rojava, Xezze û hemû beşan li hember qehremantîya berxwedanê û qerarîya efsane ya xelkê me bi şekleke zelîl venekişe, em ê di beşên berxwedanê de pevçûnên xwe bidomînin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku li Şerîeya Rojava ya ku dagirkirî ye, hêzên siyonîst û niştecihên îşxalker di 6 mehên ewil ên salê da 7 hezar û 681 êrîş pêk anîn û dest danîn li ser bi hezaran donim erd.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo hinek hevdîtinan çû Avusturyayê ku piştî nîvro ew gihaşt Wezareta Karên Derve yê Avusturyayê.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Hat ragihnadin li Kurdistana Rojava PKK/PYDyî êrîş birin li ser terefadarên ENKSê, di encama êrîşa ku hat kirin de herî kêm 100 kes birîndar bûn.