Emerîka leşkerên xwe yên li Nîjerê vedikişîne
![Emerîka leşkerên xwe yên li Nîjerê vedikişîne Emerîka leşkerên xwe yên li Nîjerê vedikişîne](/img/NewsGallery/2024/7/16/405019/FeaturedImage/d850b2c8-66a4-41ab-86c2-e137094efced.webp)
Wezareta Parastinê ya Emerîkayê ragihand ku wê heta 15ê Îlonê nêzî 300 leşkerên li Nîjerê ji welat vekişin.
Cîgira Berdevkê Pentagonê Sabrîna Sîngh di civîna çapemeniyê de bersiv da pirsên rojnamevanan.
Sîngh der barê rewşa leşkerên Emerîkayê yên li Nîjerê da diyar kir ku ji 7ê Tîrmehê vir va bi temamî ji baregeha hewayî ya 101emîn a li paytext Niameyê vekişiyane.
Sîng, da zanîn ku li Nîjerê nêzî 300 leşkerên Emerîkayê hene û diyar kir ku leşkerên mayî jî wê heta 15ê Îlonê bi awayekî ewle û bi rêkûpêk ji welêt vekişin.
Di 17ê Adarê de Nîjer ragihandibû ku peymana hevkariya leşkerî ya ku 12 sal berê bi Emerîkayê re hatibû îmzekirin betal kiriye û daxwaz kiribû ku leşkerên Emerîkî di zûtirîn dem de welatê wan biterikînin.
Hat ragihandin ku Emerîkaya ku li Nîjerê nêzî hezar leşkerên wê û li bajarê Agadezê jî baregeheke wê ya hewayî ya bêmirov heye, wê heta nîvê meha Îlonê bi temamî ji welêt derkeve. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li Mesqeta paytexta Ommanê di êrîşa çekdarî ya li ber mizgeftekê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 26 kes jî birîndar bûn.
Li gor tesbîtên ewil di êrîşa rejîma îşxalker a sîyonîst de li herêma El-Mewasî ya bajarê Xan Yûnisê li başûrê Xezzeyê 17 kes şehîd bûn û 26 kes jî birîndar bûn.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Siyonîstên îşxalker herêma ku sivîlên Filistînî yên derbider tê de bûn bombebaran kirin. Hat ragihandin ku gelek şehîd û birîndar hene.