Ji Kongreya Mezin a Asayî ya 5emîn ku ji teref HUDA PARê ve li Enqereyê bi şîara “Sîstema Adil û Belavkirina Bi Heq” hat lidarxistin re gelek mêvanên biyanî beşdarî bûn, wan mêvanan ji ÎLKHAyê re derheqê bernameyê de fikr û ramanên xwe anîtin ziman.
Endezyar Mîthat Haddad ku yek ji rayedarên Îxwanî Muslîmîn in, Dr. Alî Hamad ku ew jî yek ji rayedarên Îxwanî Muslîmîn e û Şêx Muhammed Saxîr ku alimeke navdar ê Misirê ye ji ÎLKHAyê re axivîn.
Em beşdarî endîşeya HUDA PARê ya derheqê ummetê de dibin
Mîthat Haddad, “Bi rastî ev ne konferansekî ye, ev pîrozbahîyekî ye, îro yekê Muharremê ye, îro sersala hîcrî ye, ji bo Misilmanan îdekî ye. Em îro ji bo Kongreya Mezin a Asayî ya 5emîn a birayên me yên HUDA PARê li vê derê ne. Em ji gotina ‘Nîzama Adil’ re bi temamî destekê didin. Em beşdarî endîşeya birayên xwe yên HUDA PARê ya derheqê ummetê de ku di nav wan de Ereb, Kurd û Tirkî hene dibin. Em dixwazin ku bila ev ummet ji nû ve bighêjin hev, bibin yek û di bin alekî de bicivin. Tirkîye niha welatê ku ji ummetê re serokatîyê bike ye, divê em destekê bidin wî. Heta ku ummet li dora Tirkîyeyê bicive divê em ji bo pêşveçûna Tirkîyeyê bixebitin. Em Kongreya HUDA PARê pîroz dikin. Bila sersala me ya Hîcrî pîroz be.”
“Em ji Xwedê daîma civîna xêrê dixwazin”
Dr. Alî Hamad jî weha got, “Em wek Îxwanî Muslîmîn, birayên xwe yên HUDA PARê, kongreya wan pîroz dikin. Em dixwazin ku ev gotina edalet û mafê li her welatê di her partîyên sîyasî de hebin û bila ev gotin jî di sehayê de bi rastî hebin. Em hemû xûşk û birayên xwe yên di nav partîyê de ne pîroz dikin. Ji we, partîya we, serokê partîya we re silavê Cemaeta Îxwanî Muslîmîn a li Misirê û derveyê Misirê pêşkêşî dikim. Em ji Xwedê dixwazin ku daîma ji bo xêrê bicivin.”
“HUDA PAR di hilbijartina xwe de jî doza Fîlîstîn, Xezze û berxwedanê piştgirî dike”
Şêx Muhammed Saxîr, “Em îro di nav kêfxweşîyekî mezin de ne, em hatine kongreya HUDA PARê. Me îro di vê konferansê de dît ku HUDA PAR di hilbijartinên xwe de jî doza Fîlîstîn, Xezze û berxwedanê bîrva nake û destekê dide. Ev ummet yek e, ummetekî ku bawerîya wan yek e ye. Bi îzna Xwedê ew ê ji vê milletê re zefer were û Partîya Doza Azad (HUDA PAR), nevîyên Selahaddîn ku xelaskerê Fîlîstînê ne bi fedekarîyên xwe bibin wek tîrekî.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hûrguliyên rêziknameya der barê teqawîtan de ku bi milyonan teqawît bi kelecan li benda wê ne, hatin eşkerekirin. Wê mûçeya herî kêm 12 hezar û 500 TL be.
Xerca çûyîna derveyê welat ya ku bû sedema nîqaşên gel, hat ragihandin. Xerca çûyîna derveyê welat ya ku bû 150 TL bû 500 TL.
Bi minasebeta salvegera bûyera Kerbelayê û roja Aşûrayê ji teref Platforma Kerwana Şehîdan û Cemiyeta Mustezefan ve eê îro li Diyarbekirê li Parka Şehîdên 15ê Tîrmehê bernameya Aşûreyê ya bi sernavê "Ji Kerbelayê heta Xezzeyê" bê tertîpkirin.
Li gundê Xerîbê girêdayî Çewligê ji ber hilweşîna înşeatê 1 kes mir.