Ensarullahê Yemenê, diyar kir ku ew herêmên leşkerî ya sîyonîstan a li Filistîna îşxalkirî bi fuzeyên bi per a “Quds 5”ê hedef girtine.
Berdevkê Hêzên Çekdar yê Ensarullahê Yehya Serî, di daxuyanîya ku belav kir de îfade kir ku ew vê sibehê di çarçoveya destekdayîna ji berxwedana li Filistîn û Libnanê re de ji herêmên leşkerî ya sîyonîstan a li Filistîna îşxalkirî re bi sê fuzeyên bi per a “Quds 5”ê hedef girtine.
Serî weha got, “Fuze bi serfirazî gihaştin hedefên xwe, dijmin li hember encamên operasyonê bêdeng ma.”
Serî bal kişand ser wê yekê ku berdewamiya piştevaniya Emrîka û Îngilistana îxşalker ji dijminê rêjîma îşxalker re, berjewendiyên Emerîka û Îngilistanê li navçeyê dixe metirsiyê û tekez kir: "Bi alîkariya Xwedayê mezin ew ê li dijî dijminê Îsraîlê ji berfirehkirina operasyonên xwe yên leşkerî dudilî nebin." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin di encama êrîşa ku li Kerkukê hat lidarxistin de 4 leşker mirin.
Hat ragihandin ku hêzên îşxalker piştî ku 400 metre axa Libnanê îşxal kiribûn vekişiyan.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya HAMASê, operasyona fuzeyî ya Îranê ku bertek nîşanî êrişên siyonîstan li dijî gelê Filistîn û Lubnanê da, pîroz kir.