Bi minasebeta salvegera Tofana Eqsayê li Dîyarbekirê ew ê şeva Yekşemê meşeke mezin bê tertîpkirin.
Rejîma îşxalker li çar alîyê dinyayê qirkirinên xwe didomîne, di heman demên de li çar alîyê dinyayê jî Misilmanan ji bo Filistînê çalakîyên destekê bikartînin.
Ji ser operasyona Tofana Eqsayê ku di 7ê Cotmeha sala 2023yan de hatibû destpêkirin salekî derbas bû.
Ji teref Sazîya Civaka Sîvîl a Îslamî ya Dîyarbekirê ve bi minasebeta salvegera yekemîn a Operasyona Tofana Eqsayê ew ê bernameyeke meşê bê tertîpkirin.
Bernameya meşê ku tê plankirin bê tertîpkirin; ew ê di 6ê Cotmehê roja Yekşemê de di seat 19.00an de li Duraka Dawîn a Gazîlera Bûlwara Firatê dest pê bike, wê li Hala Nû bi daxuyanîya çapemenîyê dawî bibe.
Di daxuyanîya ku derheqê bernameyê de hat dayîn de hat îfadekirin ku bila hemû Evîndarên Qudsê yên Dîyarbekirê ji 7ê heta 70î beşîdar bernameyê bibin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li navçeya Selçûkluya Qonyeyê di mezinahîya 3,6an de erdhejek pêk hat.
AFADê, diyar kir ku li peravên Karaburuna Îzmîrê, di seat 14.49an de di mezinahîya 4an de erdhejek hat qeydkirin.
Yekîtîya Aliman û Medreseyan (ÎTTÎHADUL ULEMA), ji ber şehadeta Fetîh Şerîf Ebû’l Emîn ku yek ji serokê HAMASê ye û li Libnanê bi tevî malbata xwe şehîd ketîye şîna xwe pêşkêşî kir.