Ensarullah: Keştiya petrolê ya Siûdî bi mûşekên balîstîk hate hedefgirtin
Tevgera Ensarullah a Yemenê diyar kir ku wan li bakurê Behra Sor bi mûşekên balîstîk êrîşî tankera petrolê ya rejîma Siûdî "Wafa" kiriye. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dorpêça deryayî ew ê berdewam bike û êrîşên li ser tankerên petrolê yên Siûdî wê berdewam bikin.
Tevgera Ensarullah a Yemenê di daxuyaniyekê de ragihand ku keştiya petrolê ya "Wafa" li nêzî Yanbuyê li bakurê Behra Sor, di çarçoveya dorpêça deryayî ya li dijî rejîma Siûdî de, bi mûşekên balîstîk hatiye hedefgirtin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku keştî di êrîşê de "rasterast hatiye lêdan", û bi vî awayî hejmara tankerên petrolê yên Siûdî yên ku ji dema ku dorpêça deryayî di 22ê Tîrmehê de hatiye ragihandin, bûne hedef, gihîştiye heştan.
Tevgera Ensarullah a Yemenê her wiha diyar kir ku bi tevahî 29 tankerên petrolê yên Siûdî li Behra Sor û Kendava Ummanê hatine sekinandin an jî neçar mane ku paşve vegerin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku rejîma Siûdî ji ber dorpêça ku bi rêya Bab el-Mendebê hatiye sepandin, tankerên petrolê ber bi bakurê Behra Sor ve birine û tankerên petrolê yên Siûdî yên li bakurê Behra Sor ew ê di pêşerojê de jî bibin hedef.
Tevgera Ensarullah a Yemenê ragihand ku stratejiya "dorpêçkirina dorpêçê" dê berdewam bike, û operasyonên li dijî tankerên petrolê yên rejîma Siûdî dê berdewam bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ragihand ku di 24 saetên dawî de di êrîşên hêzên îşxalker de çar Filistîniyên din şehîd bûne. Bi vî awayî, ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve li Xezzeyê hejmara şehîdên giştî gihîştiye 73 hezar û 381î.
Rûsyayê bi mûşekên balîstîk û dronan şevekê êrîşî Kîevê paytexta Ukraynayê kir. Di êrîşê de du kes hatin kuştin, herî kêm 12 kes birîndar bûn û gelek xanî û depo jî zirarê dîtin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Qeterê Mecîd el-Ensarî got ku Hamasê hemû wezîfeyên xwe yên di çarçoveya nexşerêya agirbestê de bi cih aniye, lê rejîma sîyonîst êrîşên xwe didomîne û nahêle ku alîkariyên mirovî bikevin Xezzeyê.