Hereketa Ensarullahê Yemenê, diyarkirin ku di li Kendava Adenê keştîyekî rejîma îşxalker a sîyonîst xistine.
Berdevkê Ensarullahê Yemenê Yehya Serî, derheqê operasyonê de daxuyanî da, di daxuyanîya xwe de îfade kir ku ew li Kendava Adenê keştîyekî rejîma îşxalker a sîyonîst a bi navê "MSC Darwîn" bi fuze û balafirên bêfirok hedef girtine.
Serî got ku ew Eîlata ku bajareke qeraxî ya li Başûra erdên di bin îşxalkirî de ye bi fuzeyan hedef girtine û Serî ragihand ku hedef îsabet girtîye.
Serî bal kişand û got ku heta êrîşên li dijî gelê Filistînê nesekine wê êrîşên wan ên li ser keştîyan jî nasekine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Şaredarîya Monfalconeya li bakurrojhilata Îtalyayê, di du navendên çanda Misilmanan yên li herêmê de nimêja bi ceametê qedexe kir.
Hat destnîşankirin ku li Tanzanyayê kelekek bin av bû, di encama bin av bûna kelekê de 5 kes mirin, 6 kes jî winda bûn.
Li Çînê di nexweşxaneyekî de bi kêrê êrîş hat lidarxistin, di encama êrîşê de herî kêm 11 kes canê xwe ji dest dan, 23 kes jî birîndar bûn.
Pûtînê Serokê Dewleta Rûsyayê, wê zîyareta xwe ya derveyê welat a ewil a piştî hilbijartinên serokatiyê wê li Çînê bike.