Ensarullahê Yemenê, daxuyand ku ew li dijî keştîyekî Amerîkayê û keştiyeke rejîma îşxalker opersayonên bi serkeftî pêk anîne.
Berdevkê Ensarullahê Yemenê Yehya Serî, derheqê operasyonê de daxuyanî da, di daxuyanîya xwe de îfade kir ku ew li Kendava Adenê keştîyekî Amerîkayê ya bi navê "MAERSK YORKTOWN" bi fuzeyê hedef girtine. Serî ragihand ku hedef îsabet girtîye.
Her wiha Serî got ku, li Kendava Adenê bi gelek firokên bêfirokvan destroyera keştîya herbê ya Amerîkayê û keştîya rejîma îşxalker bi navê MSX VERACRUZ hedef girtine, hat ragihandin ku ev operasyon jî bi serkeftî hatiye pêk anîn.
Serî bal kişand û got ku heta êrîşên li dijî gelê Filistînê nesekine wê êrîşên wan ên li ser keştîyan jî nasekine. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li eyaleta Rio Grande do Sul a Brezîlyayê di lehiya ku ji ber barana zêde derket de hejmara miriyan derket 56an.
Yilmaz Tunçê Wezîrê Edaletê, bang li Serdozgerê Dadgeha Cezayê ya Navnetewî Kerîm Xan kir û jê xwest ku bi temamkirina lêpirsîna sûcên li dijî mirovahiyê yên li Filistînê hatine kirin, dozê veke.
Fransayê ji ber biryara Almanyayê ya der barê tixtor û çalakvanê Filistînî Gassan Ebû Sîtte li balafirgehê binçav kir û nehişt ku ew derbasî welêt bibe.
Di êrîşa li dijî malekê ya li bajarê Tulkarmê de, hêzên dagirker kesek kuşt û mal şewitand.