Generalê Îranî Rizayî: Stratejiya nû ya Îranê ew ê bingehên we hilweşîne
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê, Muhsîn Rezayî, got ku stratejiya nû ya Îranê di warên şer, dîplomasî û aboriyê de ew ê di demek nêzîk de bingehên Emrîkayê hilweşîne.
Generalê mezin Muhsîn Rezayî li ser platforma X di bersivdayîna êrîşên kujer ên ku ji aliyê Emrîkayê ve di şevekê de hatin kirin de hişyariyek da.
Li gorî IRNAyê, Serleşker Rezayî gotiye, "Bi van têkoşînan, hûn ê nikaribin ji kûrahiya cehennemê ku we ji xwe re çêkiriye birevin; berevajî vê, hûn ê di demek nêzîk de bibînin ku stratejiya nû ya Îranê di meydana şer, dîplomasiyê û di şerê li dijî dorpêça aborî de ew ê bingehên we hilweşîne."
Di destpêka rojê de, Fermandariya Navendî ya Emrîkayê, di daxuyaniyekê de li ser Platforma X, got ku hêzên wan "bi serkeftî rêze êrîş li dijî hedefên leşkerî yên Îranê temam kirine", û behsa "hewldanên dawî yên Pasdarên Şoreşa Îranê yên ji bo êrîşkirina li ser keştîyên bazirganî û leşkerên Amerîkî li Tengava Hurmuz" kir.
Li hember vê yekê, Îranê êrîşî baregeh û milkên Amerîkî yên li Urdun, Kuweyt, Behrêyn, herêma Kurdistanê û Emîrtiyên Yekbûyî yên Erebî kir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Dr. Husam Ebû Safîye, rêveberê Nexweşxaneya Kemal Adwan li Xezzeyê, ku ji Kanûna 2024an vir ve di destê rejîma îşxalker de esîr hatiye girtin, bi rêya parêzerê xwe îşkenceya ku wî kişandiye vegot.
Serokê Emrîkayê Donald Trump ragihand ku wan li Tengava Hurmuzê çekên nû yên Îranê ji holê rakirine û got ku ew amade ne ku careke din êrîşî Îranê bikin.
Li herêma Donetskê, ku di bin kontrola artêşa Rûsyayê de ye, di êrîşên balafirên bêmirov de çar kes hatin kuştin.
Di êrîşa li ser gundê El-Muxayir ê li bakurê Ramallahê li Şerîaya Rojava de, du xort ji teref hêzên îşxalker ên sîyonîst û çeteyên niştecihan ve hatin şehîdkirin.