HAMAS: Aqûbeta Yaser Ebû Şebab ji bo hemû kesên ku bi îşxalkeran re hevkariyê dikin hişyariyek e
HAMASê tekez kir ku dawiya Yaser Ebû Şebab aqûbeta neçarî ya her kesê ku dixwaze bi îşxalkeran re hevkariyê bike ye, û diyar kir ku helwesta civaka Filistînê li dijî xayînan eşkere û bi biryar e.
Di daxuyaniyekê de ku roja Pêncşemê hate weşandin, Hamasê ragihand ku aqûbeta Yaser Ebû Şebab "encamek neçar" e ji bo hemû kesên ku xiyanet li gelê xwe kirin û xwe kirin amûrên rejîma sîyonîst. Tevgerê tekez kir ku sûcên ku ji hêla Ebû Şebab û koma wî ve hatine kirin bi tevahî li dijî nirxên neteweyî û civakî ne.
Di daxuyaniyê de, HAMASê malbat, eşîr û qebîleyên Filistînî ji ber dûrketina ji Ebû Şebab û hemî hêmanên ku bi îşxalkeran re hevkariyê dikin pesnê wan da û diyar kir ku van koman di civakê de ti nirxek temsîlî nînin.
HAMASê destnîşan kir ku rejîma sîyonîst ji bo pêkanîna projeyên xwe li Xezzeyê xwe dispêre "komên neqanûnî û ji hêla civakî û exlaqî ve xirabbûyî" nîşana bêçaretiya wê ye ji ber ku ew nekariye berxwedana gel bişkîne.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Her çend îşxalker nikaribin hevkarên xwe jî biparêzin jî, divê kesê ku xiyanetê li gelê xwe dike li bendê nebe ku parastinê bibîne. Dawiya vê rêyê ew e ku meriv bikeve çopxaneya dîrokê."
HAMASê diyar kir ku ew ê li dijî hemû hewldanên ku tevna civakî ya gelê Filistînê bi tevahî, tevî malbat, eşîr û saziyên wan ên neteweyî hedef digirin, derkeve û tekez kir ku tu avahî an projeyek derveyî nikare li ser vê bingeha yekîtîyê cîh bibîne.
Di heman demê de, medyaya îşxalker ragihand ku Yaser Ebû Şebab li herêma Refahê ji teref komeke çekdar a nenas ve hatiye kuştin. Li gorî medyaya îşxalker, Ebû Şebab birine Nexweşxaneya Soroka ku nexweşxaneyeke siyonîst e, û li wir bi birînên giran mir. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Karbidestên ku ji çapemeniya Amerîkî re diaxivin dibêjin ku Serok Donald Trump armanc dike ku berî dawiya salê derbasî merhaleya duyemîn a plana xwe ya "aştiyê" ya ji bo Xezzeyê bibe.
Hêzên Behrê yên Sipaha Pasdarên Şoreşê ragihand ku dema ku di tetbîqatek berfireh de li Kendava Farisî pergalên parastin û êrîşê yên pêşkeftî diceribînin, wan "hişyariyek zelal û biryardar" daye keştîyên şer ên Emrîkayê yên ku li herêmê digerin.
Gundewarên Deraa û Quneytrayê bi berdewamî bûn hedef; hikûmeta Şamê êrîş, ku tevî hişyariyên navneteweyî jî berdewam kirin, wekî îxlalkirinek sîstematîk a serweriya welat bi nav kir û ser zêdebûna talûke ya rageşiyan li herêmê bal kişand.