HAMASa Hereketa Berxwedana Îslamî ya Filistînê der heqê Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan da ku tevgerê dişibîne tevgereke wek Kuvayimîllîyeyê wiha got: "Bi piştgiriya wêrek a ku ji HAMASê û berxwedana li Filistînê re tê kirin re em bi hurmet û serbilind in."
HAMAS di daxuyaniya xwe de wiha got: "Em qîmetê didin daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ku tê de helwesta xwe ya parastina gelê Filistînê, têkoşîna wan a rewa ya ji bo rizgarî û serxwebûna axa xwe û pêwîstiya agirbesteke lezgîn li Xezzeyê heye dubare kir."
Tevger di berdewama daxuyaniyê de wisa got:
"Em berawirdkirina rola Kuvayımilliye ya di dema Şerê Rizgariyê de û rola HAMASê ya di têkoşîna wê ya ji bo parastina gelê Filistînê, axa wan û cihên wan ên pîroz de teqdîr dikin. Bi heman rengî, em spasiya xwe û serbilindiya xwe ya kûr ji bo piştgiriya wî ya wêrek ji HAMAS û berxwedana li Filistînê re diyar dikin.
Ev daxuyaniyên wêrek û helwesta bi rûmet a Serokkomar Erdogan, helwesta dîrokî û rastîn a gelên bira Tirkiyeyê nîşan dide û ew dengekî wêrek e ku li kêleka gelê me yê li Xezzêye û piştgiriyê dide mafê gelê me yê azadkirina axa xwe, li ser axa xwe vegerê û dewletên xwe yên serbixwe ku paytexta wê Qudsê ava bikin. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wilayeta Herata Efxanîstanê, di encama êrîşa bi çek a li mizgeftekê de 6 kes jiyana xwe ji dest dan.
Li Kenyayê di encama lehîyên ku ji ber baranên zêde çebû de 169 kes mirin.
Li wilayeta Hayber-Pahtunhvaya Pakîstanê, di encama ji ber baranên zêde ku ev 3 rojan tesîrdar e 17 kes mirin, 23 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin ku di 3 salê dawî de ji 50 hezarî zêdetir zarokên koçberên ku çûne Ewropayê winda bûne.