HAMAS: Tiştên ku li êsîrên me tên kirin ji ya ku li girtiyên Guantanamo û Ebû Xureybê hat kirin zêdetir in
![HAMAS: Tiştên ku li êsîrên me tên kirin ji ya ku li girtiyên Guantanamo û Ebû Xureybê hat kirin zêdetir in HAMAS: Tiştên ku li êsîrên me tên kirin ji ya ku li girtiyên Guantanamo û Ebû Xureybê hat kirin zêdetir in](/img/NewsGallery/2024/7/11/404139/FeaturedImage/5c291098-f620-4060-af02-8a77eaf21693.webp)
Tevgera Berxwedana Îslamî (HAMAS) der barê îfadeyên hovane yên êsîrên serbest hatin berdan û şopa kiryarên hovane yên li ser laşê wan hatin dîtin, daxuyaniyek belav kir.
HAMASê diyar kir ku rewşa rojnameger Muaz Amarîne û werzişvan Muazzez Abiyyatê ku di demên dawî de hatine berdan, binpêkirinên giran û sûcên hovane yên li girtîgeh û navendên binçavkirinê eşkere dike.
HAMASê diyar kir ku îfadeya girtîMuazzez Abiyet ku bi xwe beşdarî operasyonên hovane yên îşkenceyê yên terorîst Ben Gvir bûye, asta sadîzma endamên vê hikûmetê eşkere dike.
HAMASê destnîşan kir ku hovîtiya ku li êsîrên Filistînî di girtîgehên îşxalker de tên kirin ji hovîtiya li girtîgehên Guantanamo û Ebû Xerîb zêdetir in û hikûmet û artêşa îşxalker bê exlaq in û hemû peyman û qanûnên navneteweyî yên der barê muameleya li dijî girtiyan de paşguh dikin.
HAMAS daxwaz dike ku civaka navnetewî, Dîwana Edaletê ya Navnetewî û Neteweyên Yekbûyî û saziyên wê demildest destwerdanê di reftarên sûcdar ên vê hikûmeta îşxalker a Nazî de bikin, ku komîteyên ketina van navendên binçavkirinê, lêkolînkirina binpêkirinên li wir, û sûcdarên şer ên lîderên îşxalkeriyê bînin pêşberî dadweriya navneteweyî û ji van sûcan hesab bipirsin.
HAMASê bang li gelê Filistînê li Quds û Şerîeya Rojava ya îşxalkirî kir ku li dijî leşker û niştecihên dagirker şer bikin da ku destekê bidin esîran û serbest bên berdan. (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Serdozgeriya Elmanyayê kesekî ku bi îddiaya di Hizbullaha Lubnanê de dixebitî binçav kir.
Ji ber barana zêde û bahoza ku li eyaleta Nangerhar a Efxanîstanê bandor bû herî kêm 35 kesan jiyana xwe ji dest dan û 230 kes jî birîndar bûn.
Ji heman malbatê 11 Filistîniyên ku rejîma îşxalker a sîyonîst ku qetlîam û jenosîda xwe ya li ser Xezzeyê didomîne, li maleke ku sivîlên li Nuseyratê lê dijiyan xist, şehîd bûn.
Wezareta Parastinê ya Emerîkayê ragihand ku wê heta 15ê Îlonê nêzî 300 leşkerên li Nîjerê ji welat vekişin.