Tevgera Berxwedana Îslamî HAMAS, destnîşan kir êrîşa ku li Taxa Şûcaîyeyê hatîye kirin berdewama qirkirinê ye, bal hat kişandin ku ew ê berxwedan micadeleya xwe bidomîne.
HAMASê, di daxuyanîya ku belav kir de, bibîrxist ku rejîma îşxalker li dijî taxa Şûcaîyeya ku li rojhilata Xezzeyê ye bomberdûmaneke dijwar daye destpêkirin, ji bona ku tax bê valakirin zor û zordarîyê bikar tîne.
Hat diyarkirin ku ji ber êrîşan li taxê gelek kes şehîd û birîndar bûn, bi hezaran mirov jî ji ber ku rejîma îşxalker bi sîstematîkî êrîşan li dar dixe ji cîhê xwe bûne, HAMASê bal kişand ku ev êrîş berdewama qirkirinê ye.
HAMASê diyar kir ku van sûcan bi destek û hevkarîya Emrîqayê têne kirin, “Ji nû ve hedefgirtina bajar, tax û kampên penaberan, kuştina sîvîlan, zerardayîna ji binesazîyê re û ev polîtîqaya faşîst ku armanc dike êş û jana xelkê me kûrtir bike bi temamî sûca herbê ye.”
HAMASê diyar kir ku ev sûc li ber çavê dinyayê tê kirin, ji civaka navneteweyî re dawxaz kir ku bila van sûcan bidin sekinandin û serokên dewleta terorîstê jî ceza bikin.
HAMASê weha got:
“Van sûcan û polîtîqayên îşxalê, ew ê qerarîya xelkê me ya di warê mayîna li welatên xwe de û berxwedana wan a li hember planên îşxalê zêdetir bike.
Ew ê ev tegera me ya berxwedanê ya qehreman, sekina xwe ya li hember ev şebekeya terorê, artêş û leşkerên wan ên faşîst û derbexistina li efserên wan bidomîne, wê heta ku îşxal dawî bibe ew ê berxwedana me bidome.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li wîlayeta Uttar Pradeşa Hîndistanê balafira herbê ya ji tîpa Mig-29an di dema firîna perwerdehîyê de ket xwarê.
Di qirkirina ku ji 7ê Cotmehê vir ve ji teref siyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hat kirin de hejmara şehîdan derket 43 hezar û 374an û hejmara birîndaran jî derket 102 hezar û 261an.
Li Parîsa paytexta Fransayê di trêna banlîyoyê de şer derket, di encamê de 4 kes bi bivirê birîndar bûn.
Rejîma îşxalker a sîyonîst, êrîşên xwe yên li dijî Libnanê didomîne, hejmarê şehîdan bi tevahî derket 2 hezar û 986 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 13 hezar û 402yan.