HAMASê, ji bo “Sekinandina herba qirkirina wehşî ya li dijî xelkê Fîlîstînê tê kirin” ji bona ku Dadgeha Ceza ya Navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û hemû sazîyên darazandinê ya navneteweyî dest bi kar bikin bang kir.
Di daxuyanîya ku ji teref HAMASê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Kuştina du ciwanên sîvîl yên ku bêçek bûn û di destê wan de ala spî hebû ku ev jî ji teref Al Jazeerayê ve hat belavkirin û piştî kuştina wan jî ji bona ku ev sûc bê veşartin laşên wan bi buldozeran hatine kaşkirin ji teref qemerayan ve hatîye kişandin, van dîmenan merhale û rewşa sûca faşîstên sîyonîstan nîşan dide û ji bo sûcên wan belgeyekî dinê ye.”
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku, “Rejîma sîyonîst, li Xezzeyê herbekî qirkirina wehşî li dar dixe” û dûre weha hat gotin, “Em di serî de UCMyê û hemû sazîyên darazî ya navneteweyî ji bona kuştina xelkê me yên bi sîstematîkî bê sekinandin bang dikin ku bila dest bi hereketê bikin, ji bo sûcên wan ên ku li dijî zarok û sîvîlên bêparastin li dar xistine bila rejîma heydût û serokên wan ên sûcdar hesab bê pirsîn û ji bo vêya jî tedbîrên hewce bêne girtin.” (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Hejmara wan kesên ku di qetlîama ku ji teref siyonistên îşxalker ve hat destpêkirin de şehîd dibin her ku diçin zêde dibin.
Hat ragihandin li Brezîlyayê di oteleke ku lê kesên bê kês diman de şewar derket.
Li bajara Hualîena Tayvanê di mezinahîya 6.1ê de erdhejek pêk hat.
Rejîma îşxalker a sîyonîst, êrîşî Qampa Miltecîyan a Balatayê ya ku li bajarê Nablûsa Rojavaya Şerîayê ye kir.