Carl Skaûyê Arîkarê Dîrektorê Programa Xidayê ya Dinyayê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo rewşa Xezzeyê ya ku êrîşên li dijî wê berdewamin diyarkir ku, “Em hêjî li ber xelayê diçin.”
Carl Skaûyê Arîkarê Dîrektorê Programa Xidayê ya Dinyayê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo rewşa Xezzeyê li gor raporan hişyarî da û got ku, “guhartineke giring çênebe, di meha gûlanê de xela çêbibe.”
Skaû got ku gerek arîkarî n 3 rojan carekê gerek her roj arîkarî bê kirin û wisa got, “Belê, zêdebûnek, pêşveçûnek heye lê belê ev jî ne bes e. Gerek hecim, çeşîdên berheman zêdetir bibe û hewceyîya me li hevgirîyê heye.”
Skaû diyarkir ku, operasyona leşkerî ya mihtemel a li Refahê, wê zirareke mezin bide gihandina xidayê.
Skau destnîşan kir ku alîkariyên ku niha ji Xezzeyê re têne şandin "ji têra xwe dûr e û dilopek di deryayê de ye." (ÎLKHA)
Hişyariya Zagonî: Mafên tamamê vîdyo, wêne û xeberên nivîskî yên ku hatine weşandin aîdî Ajansa Nûçeyan a Îlkê ya Şîrketa Hevpar e. Heta ku hevpeymana nivîskî an jî abonetî neyê kirin bi tu sûretî temamê an jî qismekî fotograf, vîdyo û xeberan nikare bên bikaranîn.
Li bajara Tulkerîma Şerîaya Rojava ya ku di bin îşxalê de ye ciwanekî Fîlîstînî di encama êrîşa nîşandarekî de giran birîndar bû.
Li Tacîkîstanê ji herikîna herîyê ku ji ber baranên zêde çêbûbû 3 kes mirin
Artêşa qaşo yê rejîma îşxalker a terorîst, ji Fîlîstînîyên ku li Xezzeyê ji cîhê xwe bûne û xwe sipartine Refahê re, bi broşûrên ku di hewayê de davêje dixwaze ku bila hinek taxan vala bikin.
Li wîlayeta Teksasa Emrîqayê ji ber barîna barana zêde lehî pêk hati, di encama lehîyê de zarokek canê xwe ji dest da, pîrekek jî birîndar bû.